Geştyarên Rojhilata Kurdistanê û Îranê betlaneya Newrozê li Wanê derbas dikin

Navenda Nûçeyan - Gelek tûrîstên ji Îranê û Rojhilatê Kurdistanê betlaneya xwe Newrozê ya 13 rojî li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê derbas dikin û ev jî bi kêrî esnafên Wanê tê.


Gelek welatiyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê betlaneya xwe li Wanê derbas dikin. Tûrîstên tên Bakurê Kurdistanê ji Deriyê Sînorî yê Kapikoyê ya li Sêrê ya navçeya Wanê derbasî dibin.





Li deriyê sînor ji ber qerebalixiyê hejmara deriyan ji 2yan derket 4an û di nav 4 rojan da 7 hezar û 280 tûrîst derbasî Wanê bûn.


Endamên lijneya rêvebiriya Odeya Pîşesazî û Ticaretê ya Wanê (TSO), acente û otêlan li ber deriyê sînor pêşwaziya tûrîstan kirin. Di pêşwazîkirinê da qerenfîl û çoqlate dan tûrîstan û Cejna Newrozê li wan hat pîrozkirin.

 




Ji ber danûsitandina tûrîstan esnafên bajêr jî kêfxweş in.


Cîgirê Wezîrê Bazirganî û Gumrukê Fatîh Çiftçiyê destnîşan kir li Deriyê Sînorî yê Kapikoyê tevdbîr hatine standin û amadehî hatine temamkirin.


Serokê TSOyê Necdet Takvayê destnîşan kir ji ber nasandina li Îranê tê kirin hejmara tûrîstan zêde bû û got îsal serdana tûrîstên ji Îranê zû dest pê kir.