Hewlêr û Bexdayê li hev kir, petrol erzan bû

Hewlêr (Rûdaw) - Peymana di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê de, bihayê petrolê nêzîkî 2 dolaran daxist.

Bihayê petrolê li bazaran

Bihayê petrola brentê a Deryaya Bakur îro 2 dolar û 70 sentan daket.

Bermîla petrola brent bi 100 dolar û 86 sentan hat firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê (WTI) jî 4 dolaran daket û bermîleke wê bi 93 dolaran hat kirîn û firotin.

Hinartina petrolê dest pê kir

Birêvebirê Şirketa Petrola Bakur (North Oil Company) ji Rûdawê re ragihand ku hinardekirina petrolê ya ji xeta boriya Kurdistan-Ceyhanê dest pê kiriye.

Birêvebirê Şirketa Petrola Bakur Amir Xelîl ji Rûdawê re axivî.

Amir Xelîl ragihand ku hinardekirina petrolê îro demjimêr 06:30î dest pê kiriye.

Petrol ji Stasyona Sarlûyê diçe Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê.

Rojane 250 hezar bermîl

Amir Xelîl derbarê qebareya petrolê de jî agahî dan û got ku “Rojane 250 hezar bermîl petrol tê hinardekirin."

Nirxandina pisporan

Şirovekarê ji şirketa şêwirmeniyê ya IGê Tony Sycamore li ser vê mijarê daxuyaniyek da.

Sycamore diyar kir ku her çi qasî Îraqê ji ber rewşa heyî zêdetirî du milyon bermîl ji hinartina xwe ya petrolê ji dest dabe jî hinartina bi rêya boriyan bandoreke erênî li ser kêmbûna bihayê petrolê kiriye.