Berê zêr li erzanbûnê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê onseke zêr nêzîkî 10 dolaran daket û ons bi 4990 dolarî hat kirîn û firotin.

Daketina kêm a bihayê zêr ji ber sînordarbûna dan û standinan e.

Bazirgan li benda biryara îro ya Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) ya li ser rêjeya faîzê ne.

Çavê bazirganan li biryara Fedê ye

Şîrovekarê ji kompanyaya şêwirmendiyê ya Oandayê Kelvin Wong li ser vê mijarê ragihand:

"Berê bihayê zêr bi wê yekê ve girêdayî ye ku Banka Navendî çawa li rêjeya faîzê dinêre.

Bazirganên zêr li bendê ne da ku zanibin bê ma hîn jî nêta Banka Navendî ya kêmkirina rêjeya faîzê heye yan jî ji ber rûdanên li Rojhilata Navîn ew dê kêmkirina faîzê ya îsal ji bîr bikin."

Metirsiya enflasyonê

Bihayê petrolê hîn jî di asteke bilind de ye.

Vê rewşê ji bo zêdebûna enflasyonê dilgiraniyek çêkiriye.

Banka Navendî ya Amerîkayê dê îro saet 21:00ê dê biryara xwe ya li ser rêjeya faîzê eşkere bike.

Tê pêşbînîkirin ku Banka Navendî rêjeya faîzê di asta niha de bihêle.