SOMOyê ji Rûdawê re eşkere kir: Rêya hinartina petrolê tê guhertin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku hinartina petrola Kerkûkê ya biçe bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê dest pê kiriye.

Wezaretê eşkere kir ku ji ber aloziyên li navçeyê û metirsiyên li ser Tengava Hurmîzê planeke wan a nû heye.

Ew plan dikin ku bi rêya Sûriye û Urdinê petrolê bişînin bazarên cîhanê.

Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Îraqê yê ji bo Kar û Barên Derxistinê Basim Mihemed Xuzeyr îro ji Rûdawê re axivî.

Basim Mihemed Xuzeyr got, "Sipas ji Xwedê re, îro demjimêr 06:30î sibehan me bi Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê re koordînasyon kir.

Bi vî awayî me karî bi rêya pergala Bakur careke din dest bi hinartina petrolê bike."

Alîakrê Wezîrê Petrolê da zanîn ku di qonaxa destpêkê de rojane 170 hezar bermîl petrol tê hinartin.

Xuzeyr herwiha got, "Karmendên Şîrketa Petrola Bakur û karmendên Herêma Kurdistanê bi hev re dixebitin.

Bi saya hevkariya wan, bi îzna Xwedê dê asta hinartinê rojane bigihîje 250 hezar bermîlan."

Basim Mihemed Xuzeyr eşkere kir ku ev gav di çarçoveya plana wezaretê û rênişandan serokwezîr û alîkarê serokwezîr de ye.

Armanc ew e ku ew zererên mezin werin qerebûkirin ku ji ber rawestandina pergala Bakur çêbûbûn.

SOMO: Em rêya Sûriye û Urdinê bi kar tînin

Ji aliyekî din ve, Birêvebirê SOMOyê Elî Nizar Şetrî daxuyanî da Rûdawê.

Elî Nizar Şetrî ragihand ku Wezareta Petrolê dixebite da ku hemû petrola berdest hinarde bike.

Birêvebirê SOMOyê sedema dîtina rêyên nû bi rewşa navçeyê ve girê da û got:

"Ji ber şer û pevçûnan Tengava Hurmîzê hate girtin û keştîvanî rawestiya. Ev tengav şahdemara sereke ya hinardeya Îraqê ye.

Ji ber vê yekê me tedbîrên nû girtin ber xwe."

Elî Nizar Şetrî eşkere kir ku Şaneya Krîzan a wezaretê biryarek daye.

Li gorî biryarê, petrol dê bi tankerên barkêş ji benderên cuda re were veguhestin.

Wî got, "Niha kar ji bo veguhestina petrolê ya bi rêya sînorên Sûriye û Urdinê tê kirin.

Me bi aliyên ewlehî û xizmetguzariyê û welatên cîran re hevahengiyeke asta bilind kiriye."

Petrola Besreyê diçe Deryaya Navîn

Birêvebirê SOMOyê mizgîniyek da û got ku dê deriyekî nû ji bo petrola Besreyê vebibe û got:

"Em vê derfetê dinirxînin. Em dê ji bo petrola xav a Besreyê rêyeke nû vebikin.

Ev petrol dê bi rêya Sûriyeyê biçe bendera Banyasê û piştre jî derbasî Deryaya Navîn bibe."

Li ser girîngiya darayî ya vê gavê, Elî Nizar Şetrî zanyarî dan û got:

"Niha bihayê petrolê li bazarên Ewropayê gihîştiye 103 heta 105 dolaran.

Her çi qasî qebareya hinardeya bakur ji ya başûr kêmtir be jî bi van bihayan dahat dibe nêzîkî du qatê wê dahatê ku niha tê bidestxistin."

Li gorî gotina Birêvebirê SOMOyê, peymanên Îraqê bi şîrketên Ewropî û Amerîkayî re hene.

Îraq rojane 850 heta 900 hezar bermîl petrol difiroşe wan.

Wî herwiha da zanîn, "Zêdekirina benderan û bikaranîna Ceyhan û Banyasê, givaşên li ser benderên başûr kêm dikin. Ev yek eger rewş asayî bibe jî girîng e."

Hinartina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê dawiya Adara 2023yan rawestiyabû.

Roja 22yê Îlona 2025an, Bexda, Hewlêr û şîrketên petrolê ji bo destpêkirina hinartinê peymaneke sêalî îmze kir.

Ev peyman 18ê Adara 2026an ket warê bicihkirinê.