Hewlêr (Rûdaw) – Şîrketa çînî ya bi navê ZTE ku amûrên pêwendî çêdike ragihand, ji ber fişarên Amerîka neçar maye ji Îranê derkeve û pêwendiyên xwe yên aborî û bazirganî bi wî welatî re qut bike.
Li gorî nûçeya BBC, Amerîka şîrketa çînî ya ZTE tohmetbar dike ku hinek amûrên qedexe firotiye Îranê. Hinek ji wan amûran rê dide Îranê ku guhdarî telefonên xelkê bike û pêwendiyên înternetê yên welatiyan kontrol bike.
Rêveberê giştî yê şîrketa ZTE diyar kir ku firotina amûrên nû hatiye sekinandin lê xizmetguzarî ji bo amûrên ku berê hatine fortin dê bidome û wiha axivî: “Şîrketên din jî amûran difroşin lê tenê ji bo me astengî tê derxistin ji ber wê jî ev ne karekî adilane ye.”
Tê zanîn Amerîka ragihandiye şîrketên ku bi Îranê re pêwendiyên bazirganî û aborî pêş bixin dê bên cezakirin.
Amerîka û welatên Ewrûpa ji bo ku şiyana Îranê ji bo çêkirina çekên etomî têk bidin, dorpêçên aborî yên tund li ser wî welatî sepandine.
Îran jî vê yekê qebûl nake û dibêje ew enerjiya etomî ji bo berhemanîna elektrîkê bikar tîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse