Karsazên welatên Kendavê ji bo veberhanînê li Amedê ne

18-04-2017
RÛDAW
Nîşan Erebistana Siûdî Qeter Kuweyt Behreyn Karsaz Amed
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Bi organîzasyona hevpar a Ajansa Piştgiriya Veberhênan û Danasînê ya Serokwezîriyê (TYDTA) û Ajansa Pêşketinê ya Karacadagê (KKA) ji Erebistana Siûdî, Qeter, Kuweyt û Behreynê 50 karsaz hatine Amedê.


Ji bo ku bi welatên kendavê re di qada çandinî û ajaldariyê de bazirganî pêş bikeve û ji bo ku ji van welatan veberdêrên çandinî û ajaldariyê werin herêmê, karsaz hatin vexwendin. Karsazan li Amedê piştî ku li xwaringehekê xwarinên herêmî xwar, li navçeya Sûrê Kompleksa Muzeya Îçkaleyê geriyan.




Îro Fuara 8emîn a Endustriya Çandinî, Ajaldarî ya Rojhilata Navîn dest pê dike û karsaz beşdarî vê pêşangehê dibin.


Rêveberê Giştî yê Şirketên Ziraetê ya AKELê Welîd Evdilezîz Al-Şellalî got ku têkiliyên navbera herdu welatan baş in û ew dixwazin ku di bazirganiyê de jî baş bin. Şirketên Ziraetê ya AKELê li Erebistana Siûdî feal in.


Şellalî xwest ku welatên kendavê dixwazin bi karsazên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê re tevkariyê bikin û wiha dewam kir: "Erebistana Siûdî li cihanê di nav welatên ku herî zêde goşt haweirde dikin de ye û di rêza pêncemîn de cih digre. Bi taybetî Amed bi deşt û newalên xwe ve tê zanîn. Ji hêla ajaldariyê ve cihekî baş e. Ji ber wê em hatin. Gelê siûd girîngiyê dide qalîteya goşt. Goştê li Amedê li gor tehma devê welatên Kendavê ye. Ji ber wê em beşdarî vê bernameyê bûn û em hatin."


Şellalî behsa referanduma li Tirkiyê kir û got ku rewşa Tirkiyê nîşan dide ku wê îstiqrareke mayînde çêbibe û wiha axivî: "Tirkiye ji bo me bû deriyekî hêvîdar. Dema em vegeriyan welatê xwe emê tiştên ku me dîtine bibêjin. Emê bi taybetî behsa mêvandariyê dikin. Me xwarinên Amedê pir ecibandin."





Nûnerê TYDTAyê Dr. M. Mustafa Goksu got heyet ji karsazên ku hawirdekirina çandiniyê û ajaldariyê dikin pêk tê.


Goksu diyar kir ku di şandê de nûnerên odeyên ziraet û bazirganiyê jî cî girtin, ji bo ku hin kesên di şandê de li vê derê mêze bikin û herin li welatê xwe qala firsendan bikin, loma bangî wan kirine. 


Goksu got naxwazin ku organizasyonên wiha bi tenê li Enqere û Stenbolê bikin û wiha axivî: "Her parçeyekê Tirkiyeyê qîmeteke cuda ye. Em dixwazin ku van qîmetên xwe bi kesên eleqedar bidin nasîn. Hedefa me ew e ku li gor taybetiyên herêman veberhêneran bibin herêman û bi wan bidin nasîn." 


Sekreterê Giştî yê KKAyê Hasan Maral jî wiha got: "Em dixwazin veberdêrên li Amedê û yên di lijneyê de bînin bal hev. Em hêvî dikin derfetên nû çêbin."


Maral diyar kir piçûk be jî em dixwazin li van welatên hinardeyê bikin. (aa)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst