Bazirganiya Rûsya û Îranê di bin siya şer û dorpêçan de ye
Moskow (Rûdaw) - Îmad Aşûrî xelkê Îranê ye û ev 20 sal in ku li Moskowa paytexta Rûsyayê bazirganiya di navbera Rûsya û Îranê de dike.
Bi destpêbûna şerê li Îranê re, Îmad jî mîna hemû bazirganên Îranî hem di lojîstîkê de hem jî di mekanîzmaya dayîna pereyan de rastî pirsgirêkên cidî hat.
Bazirganê Îranî Îmad Aşûrî got:
"Şirketa me ji Rûsyayê berhemên çandiniyê yên mîna ceh, soya, genim, nok, nîsk, dexl û danên din dişîne Îranê.
Ji Îranê jî em vexwarinê tînin Rûsyayê.
Em diravên neteweyî yên her du welatan bi kar tînin.
Lê ji ber dorpêçên welatên Rojavayî, hewaleya pereyan tenê di ser welatên sêyemîn ên mîna Tirkiye, Îmarata Erebî û welatên din re tê pêkanîn."
Qebareya bazirganiyê 6 milyar dolar e
Vê gavê qebareya bazirganiyê ya di navbera Rûsya û Îranê de derdora 6 milyar dolarî ye.
Rûsya bi giranî genim, metal, dar, kaxiz, alavên teknîkî û peynê hinardeyî Îranê dike.
Îran jî fêkî, sebze, xalîçe û berhemên petrokîmyayê ji Rûsyayê re dişîne.
Bazirganê Îranî Îmad Aşûrî anî ziman:
"Ji ber ku kargehên herî mezin ên metal û petrokîmyayê yên li Îranê hatine bombebarankirin, vê gavê em ji Îranê sîparîşên mezin werdigirin.
Ev sîparîş hem ji bo metalan hem jî ji bo berhemên petrokîmyayê ne.
Ji bo van daxwazan divê kargehên Rûsyayê bi taybetî li ser van sîparîşan bixebitin."
Girtina sînorên Azerbeycanê
Her çend sînorên rasterast ên Rûsya û Îranê bi Deryaya Xezerê re hebin jî, bazirganî bi giranî di ser Asyaya Navîn û Azerbeycanê re tê kirin.
Ev bazirganî bi barhilgir û trênan tê meşandin.
Lê ji ber ku Azerbeycan ji ber şer zû bi zû deriyên xwe digire, zincîra lojîstîkê xera dibe.
Aborînas û Serokê Fona Ewlehiya Enerjiyê ya Rûsyayê Konstantin Simonov da zanîn:
"Di ser Îranê re barên me yên transît ji welatên cîranên Îranê dihatin Rûsyayê.
Bi taybetî, barên ku ji Îmaratê ji Rûsyayê re dihatin hinartin, di ser axa Îranê re derbasî Deryaya Xezerê dibûn û ji wir jî digihîştin Rûsyayê.
Niha ev rê rawestiyaye. Bê guman, ev yek bûye sedema hinek pirsgirêkan ji bo aboriya Rûsyayê lê ew ne faktoreke kilîl e, ne jî ew qas girîng e."
Di destpêka vê hefteyê de Rûsya û Îranê li hev kir ku qebareya bazirganiya xwe bigihînin 30 milyar dolarî.
Lê bi nêrîna pisporan, ji ber astengiyên lojîstîkî û diravdayînê, pêkanîna vê planê gelekî zehmet xuya dike.