Li Mêrdînê cehê ewil ê salê hat dirûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Kocalar ê ser bi navçeya Qosera Mêrdînê cehê ewil ê salê hat dirûn.

 

Suleyman Durak ê ku cehê ewil ê salê ji zeviya xwe dirûtiye bir Navenda Bazirganiyê ya Qoserê ku bifroşe.

 

Suleyman Durak li ser zeviyekî 20 donim 4 hezar ton ceh bidest xist û kîloya ceh bi 1,40 lireyî firot.

 

 

Serokê Navenda Hububat û Bazirganiyê Mehmet Şerîf Oter da xuyand li ser axa Mezopotamyayê ya bibereket cehê ewil ê salê hatiye dirûn.

 

Oter got cehê li deştê hêj nehatiye dirûn û wiha pê de çû: "Înşallah di nav çend rojan de  ew jî dê bê dirûn. Înşallah ceh û genimê îsal dê bibereket û biqalîte be. Hêviya me ji den û dexlê îsal heye."

 

 

Oter anî ziman eger qedexeya li pêş hinardekirinê bê rakirin pîşesaz jî dê bên bikirin ku ew jî ji bo cotkaran baş e.