RIHA - Ajeldar ji Cejna Qurbanê bê hêvî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ku yek ji navendên herî girîng ên bazirganiya bajêr e ajeldar ji Cejna Qurbanê bi hêvî ne.

Ji Cejna Qurbanê re ji 20 rojan kêmtir mane û ajeldar û gundî, pez û dewarên xwe vediguhêzin bazarê.

Serokê Komeleya Bazara Ajelên Zindî ya Rihayê ji Rûdawê re da zanîn ku îsal rewşa bazarê xirab e û hişkesaliyê bandoreke neyînî li ajeldaran kiriye.

Serokê Komeleya Bazara Ajelên Zindî ya Rihayê Îzzet Çîftçî li ser bazarê got:

“Li vê derê firotina me îsal pir kêm bûye.

Miletê me zehmetî û tehbeke mezin xwar. Ji bo heywanvaniyê xerciyeke zêde kir.

Li gund, bajar û çolbiran mirovên me tehbeke mezin dît.

Ji ber ku baran nebû, heywanên xwe difiroşin.

Ji ber vê yekê daxwazeke zêde jî ji qurbanan nîne.”

Ajeldarên ku pez û dewarên xwe anîne bazarê jî gazinan ji rewşê dikin û dibêjin îsal dê zerereke zêde bikin.

Ajeldar Cuma anî ziman:

“Welleh niha piyase ne belî ye, 215, 220, kavir heta 225an diçin, berx jî bi 210-215 lîreyan diçin.

Bazar hîn ne diyar e. Ajeldar giş îsal zererê dikin, êm biha ye, îsal mala milet şewitand.”

Hinek jî dibêjin xerciyên wan zêde bûne lê bihayê pez û dewaran wekî xwe ne.

Ajeldar Remezan jî got:

“Heywan li gorî sala çûnî ne biha ye, her tişt biha bû, êm biha bû, hişkesalî ye lê qurban ne biha ye.

Hêviya cotkaran hindik e, Înşallah wê rind bibe.

Ji hemûyan heywan erzan e û bi bihayê sala çûnî ne, bi 18, 15 û 20an in.”

“Zererê dikin”

Ajeldar Paşa jî anî ziman:

“Welleh bihayê qurbanan bi bihayê sala çûnî ye.

Miletê ku niha heywanan xwedî dikin, gişkî jê zererê dikin.

Sala çûnî bi 210-15-20an bû, îsal dîsa bi 210-15-20an in.

Va ye min ji bo 3 mehan bi 220an kiriye, dê xwediyê wê çawa jê karê bike.”

Riha di hejmara pez û bizinan de li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rêza sêyemîn de ye û ji bilî pêwîstiya navxwe hejmareke zêde ya pez û dewaran jî ji bajarên Tirkiyeyê û welatên din re dişîne.

Li gorî amarên Saziya Çandinî û Daristanan a Rihayê yên sala 2024an, li wê parêzgehê 2 milyon û 620 hezar pez û bizin û 329 hezar dewar hene.