Bihayê petrola brent 111 dolar derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Îmarat û Erebistana Siûdî doh ragihand ku ew rastî êrişên bi dronan ên nû yên Îranê hatine, bihayê petrolê îro zêdetirî du dolaran zêde bû.

Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 2 dolar û 3 sentan zêde bû.

Niha bermîleke petrola brent bi 111 dolar û 29 sentan tê kirîn û firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî 2 dolar û 31 sentan zêde bû û bermîl bi 107 dolar û 73 sentan tê kirîn û firotin.

Hefteya borî bihayê petrola brent û Deryaya Bakur bi rêjeya ji sedî 7an zêde bûbû.

Gefên li ser Tengava Hurmizê

Zêdebûna bihayê petrolê ji ber kêmûbûna hêviyên li ser vekirina Tengava Hurmizê ye.

Her wiha agirbesta ku dikare her kêlîkê têk biçe jî sedemeke din a vê zêdebûnê ye.

Aborînasê şirketa şêwirmendiyê ya Prestige Economicsê Jason Schenker li ser vê mijarê got:

"Heta ku şerê Îranê dirêjtir bibe, metirsiya mayîna bihayê petrolê ya li asteke bilind jî zêdetir e.

Bihayê zêde yê petrolê geşbûna aborî têk dibe."