Dolarek bi 180 hezar tumenî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Îro berovajî doh, bihayê dolar li beramberî tumenê Îranê bilind bû.

Bihayê dolar li beramberî tumen doh 2 hezar û 700 tumenî daketibû lê îro hezar û 100 tumenî bilind bû.

Niha li bazaran dolarek bi 180 hezar û 400 tumenî ye.

Di 24 demjimêrên borî de bihayê dolar li beramberî tumen gihîşt 182 hezar û 900 tumenî û asta herî nizm jî daket 179 hezar û 200 tumenî.

Di nava 6 mehan de ji sedî 59 biha bûye

Di nava hefteyekê de bihayê dolar bi rêjeya ji sedî 1,31 daketiye.

Lê bihayê dolar ê li beramberî tumen di nava 6 mehan de ji sedî 59 bilind bûye.