Îraqê amarên hinartina petrolê yên nîsanê eşkere kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Petrolê ya Îraqê amarên dawî yên hinartin û dahata petrolê ya nîsanê eşkere kirin.

Li gorî amaran, dahata petrolê ya Îraqê di wê mehê de gihîştiye milyarek û 87 milyon dolarî û 339 hezar bermîl petrola Herêma Kurdistanê hatiye hinartin.

Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku di nîsanê de bi giştî 9 milyon û 884 hezar û 130 bermîl petrola xav hatiye hinartin.

Dahata ji firotina vê petrolê gihîştiye milyarek û 87 milyon û 82 hezar dolarî.

Dabeşkirina hinartina petrolê li ser qadên petrolê

Wezareta Petrolê diyar kir ku rêjeya hinartinê bi vî awayî li ser qadan hatiye dabeşkirin:

- Qadên Besreyê: 4 milyon û 587 hezar û 610 bermîl.

- Qadên Kerkûkê (bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê): 4 milyon û 957 hezar û 456 bermîl.

- Petrola hinartî ya Herêma Kurdistanê (bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê): 339 hezar û 64 bermîl.

Hinartina meha adarê

Hinartin û dahata petrolê ya Îraqê di meha nîsanê de li gorî meha adarê nêzîkî nîvî kêm bûye.

Meha adara îsal, Îraqê 18 milyon û 604 hezar û 951 bermîl petrol hinartibû û dahata wê milyarek û 957 milyon û 121 hezar dolar bû.

Her wiha hinartina petrolê ya ji qadên Herêma Kurdistanê jî bi awayekî berçav kêm bûye.

Meha adarê milyonek û 271 hezar û 200 bermîl petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hatibû hinartin.

Lê belê hinartina petrola Kerkûkê di meha nîsanê de li gorî meha Adarê zêdetirî 2 milyon bermîlan zêde bûye.

Meha adarê 2 milyon û 772 hezar û 217 bermîl petrola Kerkûkê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hatibû hinartin.