Zêr heta bi 3345 dolaran çû
Hewlêr (Rûdaw) - Îro di saetên destpêkê yên vebûna bazaran de bihayê zêr daket biniya 3325 dolaran ku ev asta herî nizm a du hefteyên borî bû.
Lê belê vê daketinê zêde dewam nekir û piştî çend saetan, bihayê zêr berê xwe guhert û bi rêjeya ji sedî 0,3 bilind bû û gihişt 3345 dolaran.
Bihayê zêr di peymanên paşerojê de yên ji bo radestkirina di meha 12an a îsal de, bi heman rêjeyê bilind bû û bi 3391 dolaran dan û standin pê hat kirin.
Şîrovekarê kompanyaya şêwirmendiyê ya KCM Tradeyê Tim Waterer ragihand:
“Bihayê zêr bi daketinê vebû lê li derdora asta 3330 dolarî, kiriyaran karî bazarê kontrol bikin û bihayê zêr bilind bikin.”
Li gorî wî şîrovekarî, daketina rêjeya faîzê ya ku bû sedema daketina nirxê dolar, bûye hokara bilindbûna bihayê zêr.
Serkirdeyên Ewropayê dê îro beşdarî civîna Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy û Serokê Amerîkayê Donald Trump a li Koşka Spî bibin ku ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê tê lidarxistin.
Li gorî hinek çavkaniyan, Rûsya amade ye dev ji hinek herêmên ku desteser kirine û şer hîn li wan berdewam dike berde.
Lê belê li gorî Rûsyayê divê Ukrayna jî dev ji hinek herêmên rojhilatê welêt berde.
Ji aliyekî din ve, li gorî rapirsiyan îhtimaleke mezin heye ku Banka Federal a Amerîkayê meha bê dest bi kêmkirina rêjeya faîzê bike û heta dawiya salê careke din rêjeya faîzê kêm bike.
Kêmkirina rêjeya faîzê dibe sedema daketina bihayê dolar û bilindbûna bihayê amûr û kanzayan.