Petrola brent erzan bû
Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê petrolê zêdetir daket û bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur 32 sent ji bihayê xwe winda kirin û bi 65 dolar û 53 sentan dan û standin pê hat kirin.
Her wiha bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 23 sentan daket û bermîlek bi 62 dolar û 57 sentan hat firotin.
Li gorî şîrovekaran, sedema daketina bihayê petrolê vedigere ser wê yekê ku Amerîkayê ji bo rawestandina şerê Ukraynayê zexteke zêde nexist ser Rûsyayê.
Bazirganên petrolê wisa pêşbînî dikir ku Donald Trump dê zextê li Putin bike da ku wî bi agirbestê razî bike û dê cezayên zêdetir bixe ser petrola wî welatî lê ev yek çênebû.
Seroka Kompanyaya Şêwirmendiyê ya RBC Capitalê Helima Kraft derbarê mijarê ragihand:
"Bazriganên petrolê li bendê bûn ku eger Putin bi agirbestê razî nebe, Amerîka herî kêm ji sedî 100 baca gumrikê bixe ser wan welatên ku petrolê ji Rûsyayê dikirin."
Serkirdeyên Ewropayê dê îro beşdarî civîna Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy û Serokê Amerîkayê Donald Trump a li Koşka Spî bibin ku ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê tê kirin.
Ukrayna û hinek serkirdeyên Ewropayê li dijî wê pêşniyarê ne ku Kiev ji bo agirbestê neçar bimîne beşekê ji axa xwe bide Rûsyayê.