Aborînas Turgay Turker: Divê Erdogan midaxaleye rewşê bike
Enqere (Rûdaw) - Bilindbûna bihayê dolarê Amrîkî li hember lîreyê Tirkî berdewam e. li Enqerê êdî panoyên ku bihayê dolarî li ser nivîsî têra reqama nakin, gellek dolarfiroş jî neçarbûne ku reqama bi dest li ser panoyên xwe binivîsin. Li gorî aborînasan jî heta çaksaziyeke cidî di nav Banka Navendî û dezgehên aborî de neyê kirin rewş nayê kontorlkirin.
Bilindbûna bihayê dolarê Amrîkî li hember lîreyê Tirkî li Tirkiyê hem ji bo xelkî hem jî bo siyasetê bûye rojeveke sereke. Dolarfiroş Kemal Altun, dema ku ji bo dikana xwe tablo amadekiriye çi hisaba wê yekê nekirye ku dolar ji deh lîreyan derbas bibe, niha jî dolar nêzîkî 11 lîreyan dibe û li ser tabloya wî jî cihê reqema nameya û ew bi dest reqema li ser tabloyê dinivîse.
Dolarfiroş Kemal Altun dibêje: “Rewş gellek balkêş e, êdî tablo têra reqema nakin em nizanin em çawa bikin. Dema me ev tabloye çêkir min hisab nekir ku rojekê dolar bibe deh lîre, eger kesekî gotiba dê dolar bibe deh lîre min xwe henek pê dikirin û ez pê dikenîm. Lê niha jî rewş wisa ye tablo jî dîn û har bûne.”
Bilndbûna bihayê dolarî herî zêde bandorê li sektorên kelûpelên hawirde dike. Weke dikandar Aykut beşeke zêde ya dikandarên kelûpelên navmalê diforişin ji ber rewşa heyî dilgran in û beşek zêde ji wan dikandaran jî pêşeroja xwe nabînin.
Dikandar Aykut Coşkun jî got: “Dema ku bihayê kelûpelan zêde bibe bêgoman karên me kêmtir dibe û bihayê dolarî bandorê li me dike. Demên ku bihayê dolarî bilind bibe kar hema bi yekcarî disekinin û rewşa me xirabtir dibe.”
Biryarên Banka Navendî, kêmbûna yedeka vê bankeya û helwestên siyasî li gorî aborînasan sedemên sereke yên bilindbûna bihayê dolarî ne û eger rewş wisa berdewam e dê lîreyê tirkî zêdetir ji dest bide.
Aborînas Turgay Turker jî got: “Eger birêz Serokomarê me bi biryarnameyekê midaxaleye rewşê bike û hindek guhertinan di Banka Navendî de bike yan jî kesên li ser wezîfê biguhere kesên baştir bîne wê demê rewşa dikare baştir bibe û dolarê ku deh lîre 50 qurîşan zêdetir e dakeve lê her karekî wisa bedîleke xwe jî heye.”
Li gorî amaran di nava salekê de lîreyê Tirkî li hember dolarê Amrîkî bihayê xwe derdora ji sedî 23 ji dest daye.