Dolar li hemberî lîreyê Tirkî dîsa biha bû
Hewlêr (Rûdaw) – Dolar îro bi 42,3440 lîreyên Tirkî tê firotin.
Doh dolar/lîreyê Tirkî bi meyla bilindbûnê tevgeriya û roj li gorî roja berê bi ji sedî 0,1 zêdebûnê bi 42,3060î qediya.
Dolar/lîreyê Tirkî îro ji saet 09:40î pê ve bi ji sedî 0,1 zêdebûnê bi 42,3440î tê firotin.
Di heman deman de, euro/ lîreyê Tirkî bi ji sedî 0,2 zêdebûnê bi 49,1590î û sterlîn/lîreyê Tirkî jî bi ji sedî 0,1 bilindbûnê bi 55,7630î tê firotin.
Endeksa dolar bi ji sedî 0,1 daketinê li ser asta 99,5an e.
Fikarên derbarê nirxandina bilind a kompanyayên teknolojiyê û lawazbûna hêviyên ji bo kêmkirina faîzê ya Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) bandorê li ser bihayê samanan dikin.
Berdewamiya van nezelaliyan zextê li ser endeksa dolar jî çêdike.