Li Xarpêtê av ji sedî 40 biha bû
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê heqê ava vexwarinê ji sedî 40 hat zêdekirin.
Bi vê zema dawî re tona avê bû 22,82 lîre.
Şaredariya Xarpêtê ya ku di destê AK Partiyê de ye heqê avê ji sedî 40 zêde kir.
Li gorî sîstema nû, heqê avê yê mal û kargehan li gorî zêdebûna bikaranînê bilindtir dibe.
Tarîfeya nû ya avê
Li gorî biryara şaredariyê, bihayên nû yên avê ji bo malan wiha hatin diyarkirin:
- Di navbera 0-15 tonan de: 22,82 lîre
- Di navbera 15-30 tonan de: 28,29 lîre
- Di navbera 30-60 tonan de: 32,61 lîre
- Dema bikaranîna mehane 60 tonî derbas bike: 120,04 lîre
Ji bo kargeh û cihên bazirganiyê jî tona avê heta 30 tonî bû 50,08 lîre û dema ji 30 tonî derbas bibe dê bibe 56,54 lîre.
"Di salekê de ji sedî 155 zêde bû"
Li Xarpêtê bi vê zêdekirina dawî re, heqê avê di nava salekê de bi rêjeya ji sedî 155an zêde bûye.