Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro bi daketinê dest bi rojê kir û onsa zêr bi derdora 4 hezar û 330 dolarî ye.
Doh bihayê onsa zêr gihiştibû nêzîkî 4 hezar û 350 dolarî.
Zêr ji sala 1979an ve cara yekê ye di nava salekê de ew qasî biha dibe.
Xwesteka bazirganan û pêşbîniyên ji bo bilindbûna zêdetir, zêr ber bi astên dîrokî ve dibin.
Çiriya Pêşîn a îsal bihayê zêr gihiştibû asta 4 hezar û 381 dolaran.
"Bazirgan kirîna zêr didomînin"
Rewşa aborî ya Amerîkayê û egera sistbûna bazara kar a li wir, her tim bûne sedemên sereke yên bilindbûna bihayê zêr.
Birêvebirê Stratejiyê yê Banka Amerîkayê Michael Widmer li ser mijarê got:
"Bazirgan ji bo ku sala 2026an kareke zêdetir bikin kirîna zêr didomînin."
Li Amerîkayê bêkarî zêde dibe
Amarên bazara kar a Amerîkayê nîşan didin ku rêjeya bêkariyê derketiye ji sedî 4,6an.
Ev rêje di nava 4 salên borî de asta herî bilind e.
Ev yek nîşan dide ku aboriya Amerîkayê ber bi sistbûnê ve diçe û ev jî dibe sedema daketina bihayê dolar ku di encamê de bi kêrî zêr tê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse