Onsa zêr bi 4 hezar û 980 dolarî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr piştî bilindbûna doh, îro bi awayekî berbiçav neguherî û onsa zêr bi derdora 4 hezar û 980 dolarî ye.

Zêr doh bi rêjeya ji sedî 2 biha bûbû lê zêr îro aram maye.

Îro piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê zêr nêzîkî ji sedî 2yan daket lê piştî çend demjimêran dîsa berê xwe da bilindbûnê.

Onseke zêr bi nêzîkî 4 hezar û 980 dolarî tê kirîn û firotin.

Şîrovekarê şirketa şêwirmendiyê ya OCBCyê Christopher Wong li ser rewşa zêr axivî:

“Sedema ku bihayê zêr di çarçoveyeke sînordar de ye ew e ku li Asyayê betlane ye û pereyê neqd kêm e, yan na guherîneke bingehîn di bazarê de çênebûye."

Bazirganên zêr li benda belavbûna amarên têkildarî enflasyona Amerîkayê ne ku dê roja înê bên eşkerekirin.

Her wiha îro hinek amarên aborî yên Amerîkayê yên wekî sektora firotina perakende (firotina yeko yeko) belav dibin ku dikarin bandorê li bihayê zêr bikin.