Onsa zîv bi 75,50 dolaran e
Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê onseke zîv 16 sentan bilind bû û gihişt 75,50 dolaran.
Li gorî vê, niha li bazarên cîhanê kîloyeke zîv bi 2 hezar û 428 dolaran tê kirîn û firotin.
Ji ber êrişa li ser Parsa Başûr daketibû
Doh bihayê onseke zîv li bazarên cîhanê zêdetirî 5 dolaran daketibû.
Vê yekê ji ber êrişa Îsraîlê ya li ser Qada Gazê ya Parsa Başûr a li Îranê rû dabû.
Divê were gotin ku hişyariyên tund ên Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) û bilindbûna bihayê petrolê guvaş xistiye ser madenên giranbiha.
Rêjeya faîzê ya Fedê neguherî
Banka Navendî ya Amerîkayê doh rêjeya faîzê di asta ji sedî 3,75an de hişt.
Di heman demê de, Serokê Fedê Jerome Powell bal kişand ser metirsiyên bilindbûna enflasyonê ya ku ji ber şerê Îranê derketine holê.
Powell diyar kir, heta ku nîşanên kêmbûna enflasyonê neyên dîtin ew dê rêjeya faîzê kêm nekin.
Lê belê ew pêşbînî dikin ku îsal carekê rêjeya faîzê kêm bikin.