Onsa zêr bi 4550 dolarî tê firotin

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro heta astekê aram bû û guherîna di bihayan de gelekî kêm bû.

Çavên veberhêner û bazirganan li daxuyaniyên dawî yên Donald Trump in.

Piştî vebûna bazarên Asyayê bihayê zêr bi rêjeya ji sedî 0,1ê daket û onsa zêr gihişt nêzîkî 4 hezar û 550 dolarî.

Ilya Spivakê ku şarezayê bazarên darayî ye û di şirketa şêwirmendiyê ya Tasty Liveyê de dixebite li ser vê mijarê got:

"Bazar hewl didin fêm bikin bê ma çi dibe, bi taybetî jî dixwazin mijara şerê Îranê fêm bikin."

Bazar li benda biryara FEDê ne

Ew şarezayê aboriyê di wê baweriyê de ye ku veberhêner li hêla din li benda belavkirina encama civîna borî ya Banka Navendî ya Amerîkayê ne.

Ew dixwazin fêm bikin bê ma di siyaseta neqdî ya bankê de araste yan nîşaneke nû heye yan na.

Tê payîn ku ew encam çarşemê were belavkirin.

Bihayê zêr duşemê heta 4 hezar û 482 dolaran daketibû ku ev di nava mehekê de asta herî nizm bû.