Mehabad (Rûdaw) – Ev 10 sal in kargeha petrokîmyayê ya bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê xilas nebûye. Dewleta Îranê nebûna ewlehiyê û dorpêçên aborî dike hêceta derengketina kargeha petrokîmya ya Mehabadê.
Sala 2004an, serokomarê wê demê yê Îranê Mihemed Xatemî serdana bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê kir û xîmê çêkirina kargeheke petrokîmyayê li wî bajarî danî.
Diviya kargeha petrolkîmya ya Mehabadê di nav 3 salan de yanê sala 2007an xilas biba lê ev10 sal in tenê 84% ji karên çêkirina kargehê bidawî bûye.
Di vê heyamê de sê serokomarên Îranê hatin guhertin û gellek weîzr û wekîlên ku bi çêkirina kargehê re eleqedar dibûn, hatin û çûn.
Her çiqas heta niha raporek berfireh li ser sedemên derengketina vê kargehê nehatiye amadekirin lê rayedarên dewletê zêdetir nebûna ewlehiyê ji ber “nakokiyên etnîkî” li parêzgeha Ormiyê û dorpêçên aborî û siyasî yên li ser Îranê û nebûna dikin hêcet.
Îran dibêje, parêzgeha Ormiyê bi sê welatên Tirkiye, Iraq û Azerbaycanê re hevsînor e her wiha komên etnîkî û mezhebî (kurd, azerî, sunnî, şîe…) li parêzgeha Ormiyê û hebûna nakokiyan rêgeriyê li wê dike ku dewlet li wan deveran pîşesaziyên giran bicîh bike û bûdcê jê re terxan bike.
Ji aliyekî din, rêveberê giştî yê karûbarên aborî yê parêzgeha Ormiyê, Xulamriza Babayî, ji malpera mehrnewsê ya îranî re gotiye, kargeha petrokîmya ya Mehabadê dê di nav sê mehên zivistana îsal de bidawî bibe û were vekirin.
Babayî her wiha aniye ziman, yek ji sedemên ku kargeh xilas nebûye ew e ku heta niha xeta keresta bi navê “Êtîlên”, ku keresta serekî ya kargehê ye, nehatiye rakişandin û derbasî nav xaka parêzgeha Ormiyê nebûye.
Xeta Êtîlênê dê ji parzûngeha Uslewiye ya bajarê Bûşêhrê li başûrê Îranê were kişandin.
Teknolojiya kargeha petrokîmya ya Mehabadê ji aliyê şîrketên almanî û fransî yên bi navên Basel û Exson ve tê danîn, tê gotin, ev teknolojî di asta Rojhilata Navîn de yekem e.
Kereste û berhemên ku di kargeha petrokîmya ya Mehabadê de dê bên çêkirin, wiha ne: boriyên pilastîk, torbên polî-êtîlênî ji bona veguhestina kelûpelan, pakêtên pilastîk, pereçeyên pilstîk ên otomobîl û kelûpelên nav malê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse