Li Rihayê hêştir jî ji bo qurbanê tên firotin
Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Riha ya Bakurê Kurdistanê hêştirên ji bo Cejna Qurbanê hatibûn xwedîkirin, êdî tên firotin.
Malbata Kamburoglu ya ku li navçeya Eyyubiyeyê ajeldariyê dike, ev 5 sal in hêştiran xwedî dikin ji bo qurbanê difroşin.
Îbrahim Kamburoglu li ser rêya Riha û Kani Xezalan hêştirên xwe him diçêrîne û him jî difroşe.
Kamroglu diyar kir wî 5 sal berê hêştir kirîne û wisa dest bi vî karî kiriye û got: “Niha 12 hêştirên me hene. Li Rihayê pir kêm kes vî karî dikin, lê em dixwazin ev kar zindî bimîne. Kiryarên me gelempêrî ji derveyî bajêr tên. Bihayê hêştirên me di navbera 12 û 15 hezar lireyan de diguhere. Em vî karî hez dikin û naxwazin dev ji vî karî berdin."