Onseke zêr bû 3 hezar û 340 dolar

Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê onseke zêr nêzîkî 10 dolaran bilind bû û bi 3 hezar û 340 dolarî dan û standin pê hat kirin.

Bihayê zêr di peymanên paşerojê de jî ji sedî 0,2 zêde bû û gihişt 3 hezar û 385 dolaran.

Bazirgan li benda gotara Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê Jerome Powell in ku ku dê di navbera 21 û 23yê vê mehê de li Foruma Jackson Holeyê biaxive.

Ev forum civîneke salane ya girîng a bankên navendî û aborînasan e.

Bazirgan li hinek îşaretan digerin da ku zanibin siyaseta diravî ya Banka Navendî ya Amerîkayê dê ber bi kîjan alîyî ve biçe.

Şîrovekarê kompanyaya şêwirmendiyê (Capital.com) Kyle Rodda li ser mijarê got:

"Bihayê zêr di çarçoveyeke sînordar de tê firotin. Bazirgan dixwazin zanibin ka tewra gotara Jerome Powell ber bi tundkirina siyaseta diravî ve ye yan ber bi sistkirina wê ve ye."

Li gorî rapirsiyan, bazirgan li bendê ne ku Banka Navendî ya Amerîkayê faîzê kêm bike. Ew texmîn dikin ku dê rêje ji sedî 0,25 dakeve û şansê vê yekê jî ji sedî 84 e.

Bihayê zêr li hemberî kêmkirina rêjeya faîzê gelekî hestyar e.

Eger Banka Navendî ya Amerîkayê rêjeya faîzê kêm bike, bihayê dolar û dahata li ser senedên darayî yên Amerîkayê dadikeve û ev jî dibe sedema bilindbûna bihayê zêr.