Rêveberiya Xweser: Projeyên me ji bo geşepêdana aobriya xwecihî hene

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser li Herêma Ferat ragihand ku projeyên wan hene ji bo geşepêdana aobriya xwecihî.

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser li Herêma Feratê  Mihemed Şahîn ragihand ku, planên giştî yên Rêveberiya Xweser li Herêma Ferat hene ji bo pêşxistin û piştgiriya navçeyê ji aliyên aborî û jiyanê ve.

Bi gotina Mihemed Şahîn, sedema berdewamiya krîza Sûriyê, destêwerdan û êrîşêm Tirkiyê ne, li ser bakurê Sûriyê.

Şahîn dibêje: “Bi sedema wan êrîşan hemû aliyên jiyana xelkê radiwestin, di nav de jî, aliyên aborî û ewlehî. Ev hokar herwiha dibine sedemên koçberkirinê, bi taybetî ji çîna ciwanan.”

Di van du salên dawiyê de, gef û êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bêhtir bûne, di heman demê de jî, hemû aliyên jiyana welatiyan ketine astengî û zehmetiyan û koçberbûn jî bêhtir bûye.