Kîloya zîv bi 1,635 dolaran e
Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê zîv dest bi bilindbûnê kir û her ons gihişt 50,87 dolaran.
Zîv bi vê yekê re ji asta xwe ya herî nizm a hefteya borî dûr ket.
Niha li bazarên cîhanê kîloya zîv bi 1,635 dolaran e.
Bilindbûna bihayê zîv bi pêleke firotin û daketinê ya li bazara pişkên kompanyayên teknolojiyê û pereyên dîjîtal re hevdem e.
Vê yekê kiriye ku veberhêner wekî "penageheke ewle" berê xwe bidin kirîna kanzayên wekî zêr û zîv.
Endamê Meclisa Birêvebir a Banka Navendî ya Amerîkayê Christopher Waller ragihand ku gotûbêjên li ser kêmkirina hejmara karmendan li kompaniyan zêde bûne çimkî şirket xwe ji bo kêmûbûna daxwazê û bikaranîna hişê çêkirî amade dikin.
Ji bilî vê, nîşanên lawazbûna bazara kar a li Amerîkayê jî faktoreke din e ku piştgiriyê dide bihayê zîv.
Wezareta Kar a Amerîkayê doh ragihand ku navîniya daxwazên sîgorteya bêkariyê di çar hefteyên borî de, ji 237 hezar kesan derketiye 247 hezar kesan.
Ev yek jî Banka Navendî ya Amerîkayê han dide (teşwîq dike) ku meha bê rêjeya faîzê kêm bike.
Tevî van nîşanan, bazar niha tenê bi rêjeya ji sedî 47 pêşbînî dikin ku Banka Navendî ya Amerîkayê di meha bê de rêjeya faîza bankê bi qasî 25 xalan kêm bike.
Divê were gotin ku mehek berê pêşbîniyên ji bo biryareke bi vî rengî li ser ji sedî 90î bûn.
Ji aliyê din ve, demsala zewacê ya li Hindistanê daxwaza fîzîkî ya ji bo kirîna zîv zêde kiriye.
Her wiha metirsî û fikarên li ser sepandina bacên gumrikê yên ji aliyê Amerîkayê ve yên li ser zîv, bûne sedema nezelaliyê û zîv îro bihatir bûye.