Petrola brent bi kemtir ji 65 dolaran tê firotin
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrola brent zêdebûna xwe ya doh neparast û îro piştî vekirina bazarên Asyayê daket.
Îro bihayê bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur 28 sentan daket û bermîl bi 64 dolar û 61 sentan hat firotin.
Bihayê bermîleke petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 24 sentan daket û bermîl bi 60 dolar û 50 sentan hat firotin.
Enstîtuya Petrolê ya Amerîkayê eşkere kir ku hefteya borî qebareya petrola depokirî li Amerîkayê bi qasî 4,45 milyon bermîlan zêde bûye û ev jî wekî sedema daketina bihayê petrolê ya îro tê dîtin.
“Daxwaza ji bo bikaranîna petrolê kêm bûye”
Kompanyaya şêwirmendiyê ya Çînê Haitong Futuresê derbarê mijarê ragihand:
"Zêdebûna qebareya petrola depokirî ya li Amerîkayê nîşana wê yekê ye ku daxwaza ji bo bikaranîna petrolê kêm bûye."