Rêxistineke Almanyayê piştgiriyê dide cotkarên li Herêma Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistineke Almanyayê bangî cotkarên Herêma Kurdistanê dike ku formekê dagirin da ku ji alîkariya 3 hezar euroyî sûdê wergirin.

Birêvebirê projeyê dibêje, "Dê pereyan bidin 50 cotkar û baxçevan û 20 rêxistinên ku piştevaniya cotkaran dikin."

Rêxistina Enpactê ya Almanyayê li ser malpera xwe formek ji bo baxçevan, cotkar û rêxistinên ku piştevaniya projeyên çandiniyê dikin belav kiriye û ragihandiye:

"Bernameya ‘Dirwêne’yê piştevaniya teknîkî û darayî ji bo 50 cotkarên biçûk û navîn ên çandiniyê yên li Herêma Kurdistana Îraqê dabîn dike."

Birêvebirê Projeyê yê Rêxistina Enpactê yê Herêma Kurdistanê Bijar Muhîdîn ji Rûdawê re got:

"Cotkarên gundên parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebceyê dikarin forma beşdarbûnê dagirin û li gorî mercan piştgirî li wan tê kirin."

Mercên wergirtina alîkariyê

Bijar Muhîdîn li ser mercan got, "Divê cotkar ne ew qasî mezin be ku pêdiviya wî bi alîkariyê nebe, nabe zevî ji 8 doniman zêdetir be û divê karê wî yê sereke cotkarî be."

Birêvebirê Çandiniyê yê Helebceyê Star Mehmûd jî ji Rûdawê re got:

"Hemû baxçevan û cotkar dikarin daxwaznameyê pêşkêş bikin, pişt re rêxistin dê nirxandinê bike û hejmara pêwîst ji wan hilbijêre."

70 kes tên hilbijartin

Destpêkê 70 cotkar û baxçevan tên hilbijartin, piştre 50 ji wan ji bo piştevaniya darayî ya 3 hezar euroyî tên diyarkirin.

Birêvebirê projeyê yê Herêma Kurdistanê amaje pê dike ku armanca wan handana (teşwîqkirin) ji bo zêdekirina berhemên çandiniyê ye.

Birêvebirê Projeyê Bijar Muhîdîn got:

"Li gel piştevaniya darayî ya 50 cotkar û baxçevanan, 20 rêxistinên taybet bi piştevaniya projeyên çandiniyê jî bi heman miqdarî an ku bi 3 hezar euroyan piştevaniya darayî li wan tê kirin."

Rahênan û piştgirî

Malpera Enpactê di daxuyaniyekê de ragihandiye:

"Destpêkê 4 rojan rahênana berdewam ji bo cotkar û baxçevanan tê kirin, pişt re derbasî qonaxa piştevaniya teknîkî û darayî dibin.

Her wiha rênîşandan û şîretên pratîk ên taybet bi teknîkên çandiniyê, şarezayiya bazirganî û kiryarên berdewam werdigirin."

Li gorî rêxistina Almanyayê, cotkar û baxçevan di projeyê de çend sûdan bibînin ku ev in:

  • Şarezayiya nû ji bo çandinî û birêvebirina kar
  • Tecrube û raman li gel cotkar û saziyên din tên parvekirin
  • Tu asteng û derfetên sereke yên civaka xwe diyar dikî
  • Tu dest bi duristkirina pêwendiyan ji bo piştevaniya demdirêj dikî
  • Rahênan û şîret li ser birêvebirina zeviya çandiniyê, hilberîn û jêhatîbûna bazirganiyê
  • Serdana meydanî ya ji aliyê pispor û hevkaran ve ji bo rênîşandan û piştgiriya we

Li gorî malpera wan, "Bernameya Dirwêne ji aliyê rêxistina bi dilxwazî ya Enpactê ve hatiye bipêşxistin û bi hevkariya Ajansa GIZê ya Almanyayê û bi piştevaniya darayî ya Wezareta Federal a Almanyayê ya ji bo Hevkariya Aborî û Pêşkeftinê (BMZ) tê bicihanîn."

Divê cotkar û baxçevan bi rêya lînkên fermî formekê daxin, piştî tijikirinê skan bikin û ji bo yekê ji van hejmaran bişînin:

07504294299

07701241083