WAN – Projeyek mezin dest pê dike û derfeta kar diafirîne

20-01-2017
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Wan WİLCO AİDA
A+ A-

Wan (Rûdaw) – 2  şîrketên mezin WİLCO û AİDA li bajarê Wanê li ser projeyeke hevpar li hev kirin ku ew  kargeheke mezin avabikin, li ser vê yekê Herêma Pîşesaziya Wanê 100 hezar metrekare erd terxan kiriye da ku ev proje were sepandin.

 

Li Herêma Pîşezasiya Organîze ya Wanê, kargeh di bin berfê de ne û zivistane. Lê kelecaneke heye ji ber ku companya WİLCO a Wanî û AİDAya Îranî rêkeftineke bazirganî kirine û hema berf ji erde rabe dê kargeheke mezin li ser vî erde vekin

 

Serokê Herêma Pişesaziya Wanê Şemsettîn Bozkûrt ji vê projeyê gelek bi hêviye û ew behsa hurgiliyên projeyê dike ji ber ku keda wî tê de gelek e

 

Şemseddîn Bozkurt li ser vê yekê ji Rûdawê re got; “Li ser 100 hezar metrekare erd dê bête avakirin, tenê di kargehê de 500 kes dê kar bikin lê bi karûbarê derdorê xwe re dê ev rêje bibe 2 hezar. Armanc ew e ku salewext 100 milyon dolar ji wanê were hinardekirin ji vê kargehê.”

 

Bi vekirina vî kargehê tê pêşbînîkirin ku salewext 100 mîlyon dolar materyalên MDFê ji dervayî welat re dê were hinardekirin, Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Wanê jî dibeje divê êdî gavên konkrit werine avêtin

 

Cîgirê Serokê Jûra Pişesazî û Bazirganiyê Farûk Bîner jî dibêje; “Sozdayînê projeyên gelek çêbûn; lê me dît ku 95 ji sedî ev proje nehatine sepandin, em hêvîdarin ku ev proje ne tenê li ser gotegotan bimîne, heke ev were meşandin dê em jî alîkarî bidin û çi ket ser pişta me em hazir in bo xizmetê.”

 

Xelkên Wanê bi tevahî çaverê ne ku ev proje were sepandin û hîn ji wan jî ne agahdarin

 

Li gor amarên Fermî li bajarê Wanê bêkarî 15.3 ji sedî ye lê ev yek ji aliyê hîn rêxistinên civakî yên sivîl nayê qebûlkirin û li gor wan bêkarî li wanê 25 ji sedî ye.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst