Li Rojavayê Kurdistanê derfetên kar zêde dibin
Qamişlo (Rûdaw) - Ji destpêka kirîza Sûriyê ve ji ber şer û pevçûnan, gelek kargeh li Sûriyê têk çûne. Xwediyên kargehan berê xwe dane bajar û deverên aram ên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, da ku kargeh û karên xwe biparêzin.
Derfetên kar li bajarê Qamişlo ji destpêka krîza Sûriyê ve bi awayekî berbiçav tê dîtin. Sedema vê yekê jî ew e ku ev bajar di aramiyê de ye. Weke mînak yek ji wan kargeha ya çêkirina cilûbergan e ku ji 7 salan ve hatiye vekirin û gelek keç û xort tê de kar dikin.
Xwediyên dirûtina cilûbergan Qamişlo Kurd in û wan destpêkê bi 4 makîneyên dirûtinê kar dikirin. Niha Kargeheke taybet ji xwe re vekirine û 30 mekîneyên dirûnê tê de hene û nêzîkî 30 karmendên jin û mêr tê de kar dikin.
Karkera bi navê Neda Ebdullah diyar kir ku ew 4 sal in li wê kargehê kar dike û wiha axifî: “Ez pir kêfxweş im. Erê ez mamoste bûm lê niha bi sedema şer, dibistanên me hatine girtin, êdî neçar bûm ku jib o alîkariya malbata xwe bikin li vê derê kar bikim.”
Xwediyê kargeha navborî Hemîd Ebdelqadir berê li Şamê bazirganiya cilûbergan dikir, lê ji ber şer vegeriya Qamişlo û ew kegeh vekir. Berhemên wê kargehê jî li Qamişlo têne belavkirin û firotin. Lê bi sedema tunebûna karkeran hejmarek ji zarokan li vê kargehê kar dikin û fêr dibin.
Bazirganên cilûbergan li Qamişlo bi hebûna kargehên wiha kêfxweş in, ji ber demên berê kelûpelên wan ji Heleb û Şamê dihatin û gelek pere lê dihat xerckirin, lê niha ew yekser xwestekên xwe ji wê kargehê dibin û bi nirxekî erzantir.
Hebûna derfet û projeyên kar li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, deriyên debara jiyanê li ber xelkê vedike. Ev yek jî hêvî û geşbîniyê li cem wan dirust dike, ku êdî metirsiya bêkariyê namîne, herwiha pêşbîniya rewşeke xweştir di dilê wan de geş dike.