Dorpêça Amerîkayê û zerera Çînê ya ji ber nehatina petrola erzan a Îranê

Hewlêr (Rûdaw) - Çînê li hemberî wê krîza enerjiyê ya cîhanî ya ku ji ber girtina Tengava Hurmizê ya piştî şerê Îranê serî hilda heta radeyeke berçaw li ber xwe da.

Stratejiya çend salan a kirîna petrola erzan a Îranê ji ber cezayan, wisa kiribû ku Çîn ji berê ve yedegeke stratejîk a petrolê bi qebareya 1,2 milyar bermîlan ava bike.

Di demekê de ku rafîneyên serbixwe (yên taybet û fermê) yên Çînê ku bi piranî li wîlayeta Shandongê ne bi asanî înkara kirîna petrola cezakirî ya Îranê dikin.

Şerê Îranê di maweyê zêdetirî 50 rojî de çar qonaxên cuda bi xwe ve dîtin. Her yek ji wan guvaşeke darayî ya cuda xist ser pergala enerjiyê ya Çînê.

Dorpêça deryayî ya Amerîkayê ku niha di roja xwe ya heştan de ye, qonaxa yekem e ku astengiyeke cidî ji bo dabînkirina petrolê ji bo parzûngehên Çînî çêkiriye.

Ev jî ne bi rêya kêmkemiya petrolê ye, belkî bi rêya kêmkirina qezenca rafîneyên Shandongê û bilindbûna kirêya keştiyên sîber e.

Qonaxa 1em - Xweavêtina pêşwext (Kanûna Paşîn – 28ê Sibata 2026an)

Di du mehên destpêkê yên îsal de, Çînê hewlên xwe yên ji bo avakirina embara petrolê leztir kir, bi awayekî ku hawirdekirina petrola xav bi rêjeya ji sedî 15,8 li gorî sala borî zêde kir. Qebareya kirîna pêşwext neasayî bû.

Barkirina petrola xav a Îranê di du hefteyên dawî yên meha Sibatê de gihişt asta herî bilind a dîrokî ku 3,78 milyon bermîl bû di rojê de, ev jî zêdetirî du qatê navîniya hefteyî ya berê bû ku nêzîkî 1,48 milyon bermîlan bû.

Sedema vê komkirinê stratejiyeke çend salî bû. Çînê yedegeke mezin a stratejîk a petrolê kom kir ku nêzîkî 1,2 milyar bermîl petrol bû heta destpêka sala 2026an. Ev jî têra bikaranîna 109 rojên wî welatî dikir bêyî ku pêwîstiya wî bi hawirdekirina petrolê hebe.

Kiriyarên Çînî piştî daxistinê, bi nêzîkî 60 dolarî ji bo her bermîlekê petrola Îranê bi dest dixist, di demekê de ku bihayê petrola brentê beriya şer nêzîkî 74 dolaran bû, ev jî sûdeke mezin a 14 dolarî bû ji bo wan rafîneyên nefermî yên Çînê ku bi asanî xwe ji cezayên li ser Îranê vedişêrin.

Ev tenê bi rêya wan keştiyên sîber dihat kirin ku pergala naskirina xweser (AIS) vedimirandin ji bo ku neyên naskirin. Keştî nav û alayên xwe diguherînin, tomarên barkirinê sexte dikin û destkariyê di pergala AISyê de dikin.

Amarên gumrikî yên Çînê vê yekê diselmînin: Tomar ji sala 2022yan ve ti hawirdekrina petrolê ji Îranê nîşan nadin, lê belê hawirdeya petrola ji Malezyayê di sala 2025an de gihişt 1,3 milyon bermîlan di rojê de, di demekê de ku ew hejmar du qatê tevahiya berhemanîna Malezyayê ye.

Qonaxa 2yem - Destpêkirina şer û girtina beşek ji Hurmizê (1 – 31ê Adara 2026an)

Ji 4ê Adara 2026an ve, hêzên Îranê tengav wekî "girtî" ragihand, lê girtin rastiyeke operasyonî ya cuda ji bo Çînê hebû.

Îranê herî kêm 11,7 milyon bermîl petrola xav di Tengava Hurmizê re hinarde kiriye ji wê dema ku şer dest pê kiriye, ku hemû ji bo Çînê bûye.

Her çend qebare kêmtir bû ji beriya şer (1,22 milyon bermîl di rojê de di dema şer de li beramberî 2,16 milyonan di Sibata beriya şer de), lê belê rê bi qismî bi çalakî ma.

Her wiha Îranê rêyeke alternatîv çalak kir. Dîsa dest bi barkirina keştiyan kir li termînala Caskê li Deryaya Umanê, li başûrê Tengava Hurmizê ku tekane deriyê hinardekirina petrola xav a Îranê ye li ser Deryaya Umanê ku bi temamî tengavê dordipêç dike.

Li aliyê din, Çînê ji bo qerebûkirina kêmkemiya hawirdekirina petrola Îranê, berê xwe da Rûsyayê û hawirdeya petrola Rûsyayê bi rêjeya ji sedî 40,9 zêde kir, lê petrola Rûsyayê bi 10 heta 12 dolaran girantir ji petrola Îranê digihîje destê wê, evê yekê jî zerer dida rafîneyên Shandongê.

Amareke balkêş: Dahata hinartina petrola Îranê di dema şer de ji sedî 40 zêde bû ji ber bilindbûna bihayê cîhanî yê petrolê ku karîbû qerebûya kêmasiya qebareya hinardekirinê bike.

Qonaxa 3yem Agirbest û pergala bacê (1 – 12ê Nîsana 2026an)

Îranê tengav kir çavkaniya pereyan.

Di 8ê Nîsanê de, agirbesteke demkî hat ragihandin ji bo vekirina tengavê, lê Îranê dest bi kontrolkirina çûn û hatinê û wergirtina bacê kir ku qebareya wê zêdetirî 1 milyon dolarî bû ji bo her keştiyê.

Ev ne vekirin bû, belkî modelekî wergirtina bacê bû ku hegemoniya Îranê diparast û dahat jî jê re dabîn dikir.

Di dema şer de hinartina Îranê ji navîniya sala 2025an derbas bû. Li gorî texmîneke destpêkî bi bihayê 90 dolarî ji bo her bermîlê, Îranê di meha borî de 4,97 milyar dolar ji hinartina petrolê bi dest xistiye ku ji sedî 40 zêdetir e ji dema beriya şer.

Qonaxa 4em - Dorpêça temam a deryayî ya Amerîkayê (13ê Nîsanê – Niha)

Qonaxa yekem e ku bi pratîkî sînor ji bo pergala dabînkirina petrola Çînê datîne.

Trump dorpêçeke deryayî li ser Tengava Hurmizê ragihand. Dorpêç bi tenê wan keştiyan li xwe digire ku diçin nav benderên Îranê yan jê derdikevin. Parêzbendiya bilez a Çînê ew petrol e ku li ser avê ye û di rê de ye.

Heta 12ê Nîsanê, zêdetirî 38 milyon bermîl petrola Îranê li ser keştiyan li Asyayê bûn ku piraniya wan li nêzîkî qeraxên deryayê yên Çînê rawestiyane. Ev dikare pêdiviya rafîneyên serbixwe yên Çînê ji bo maweyê du meh û nîvan dabîn bike.

Keştiyên sîber berdewam in di hewldana ji bo şikandina dorpêçê de. Wekî mînak, keştiya MV Rich Starry ku xwedîtiya wê Çînî ye û alaya Malawiyê hildabû, karî xwe rizgar bike di demekê de ku barê metanolê hilgiribû ku guman tê kirin çavkaniya wê Îran be.

rafîneyên Shandongê eger petrola Îranê berdewam negihîje destê wan di rêyê darayî de rastî zererê tên, heger na rûbirûyî şoka nebûna petrola xav nabin.

Ev rafîne ji sedî 90ê petrola Îranê diparzûnin û pişta xwe bi bihayên erzan ve girêdinin. Eger neçar bin petrola din bikirin, divê ji bo her bermîlekê 10 heta 12 dolaran zêdetir bidin, ev dikare qezenca wan parzûngehan bi temamî ji holê rake û zerereke mezin li wan bixe.

Li gorî vê jî heta wê dema ku Çîn zêdetir pişta xwe bi petrola erzan a Îranê girêdabe, di qonaxa piştî dorpêça Tengava Hurmizê ya ji aliyê Amerîkayê ve dê zerera zêdetir bigihîjê.

Nêzîkî ji sedî 40 heta 50ê hawirdeya petrola xav a Çînê di Tengava Hurmizê re derbas dibe. Amerîka vê yekê bi başî dizane.

Her çend Çîn hewl dide bi rêya otomobîlên elektrîkî û enerjiya nûjenbar piştgirêdana bi petrolê kêm bike jî, lê belê hîn jî li beramberî girtina demdirêj a Tengava Hurmizê, dê zerereke berçaw bibîne.