Aboriya Îranê ya piştî şer
Hewlêr (Rûdaw) - Beriya destpêkirina şer (28ê Sibata 2026an), saziyên darayî yên navneteweyî aboriya Îranê wekî aboriyeke ku “bêîstiqrariya berdewam” pê ve diyar e û bi “enflasyona bilind” û “goşegîriyê” tê naskirin dîtin.
Lê di heman demê de berxwedaneke ecêb û asê jî nîşan dida ku derencama gelek salên sepandina sizayan û derbaskirina wan sizayan bû.
Raporên Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) û Banka Cîhanî yên Kanûna Paşîn a 2026an destnîşan dikin, her çend aboriya Îranê neketibe qonaxa rûxîna temam jî di nav xeleka “geşbûna kêm” û “enflasyona bilind” de asê mabû.
Bêbawerî û daketina nirxê pereyan: Kanûna Paşîn a 2026an, nirxê tumen gihişt 140 hezar heta 160 hezar tûmenî li beramberî 1 dolarî. Platformên guhertina pereyan nirxê (riyal) wekî “0.00” dolar nîşan dida. (Riyal navê fermî yê pereyê Îranê ye, 10 riyal tûmenek e).
Bêkarî û kêmxwarin: Raporên fermî destnîşan dikin ku ji sedî 57ê Îraniyan tûşî cureyekî kêmxwarin bûne. Her wiha Parlamentoya Îranê qebûl kiriye ku ji sedî 50yê zilamên temenê wan di navbera 25 û 40 saliyê de ne, bê kar in.
Budceya dijwar: Hikûmeta Mesûd Pizîşkiyan budceya sala 2026an wekî “budceya herî dijwar” bi nav kir, ku tê de xercî tenê ji bo dayîna deynan û pêbendiyên ewlehiyê hatine zêdekirin.
Roja yekem: Valahiya serkirdayetiyê
Destpêka şer bi kuştina Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî di demjimêrên destpêkê de bû. Ev ne tenê derbeke leşkerî bû, belkî bû sedema têkçûna arasteya serkirdayetiyê. Her çend kurê wî wekî cîgir hatibe diyarkirin jî, ji ber gumanên li ser ewlehiya rêberê nû, desthilata aborî ya Îranê ku Supaya Pasdaran desthilateke berçav li ser heye, rûbirûyî qeyrana serkirdayetiyê bû.
Supaya Pasdaran wekî şîrketeke aborî: Supaya Pasdaran ne tenê supayek e, belkî şîrketa herê mezin a aborî ya Îranê ye ku kontrola sektorên bînasazî, petrokîmyayî û nîvê lojîstîka hinartina petrolê dike.
Valahiya aboriyê: Pêknehatina sê astên serkirdayetiya Supaya Pasdaran valahiyeke mezin di birêvebirina torên nihênî yên bazirganiyê de çêkir.
Stratejiya Amerîkayê li Girava Xarkê
Girava Xarkê “taca şahaneyî ya aboriya Îranê ye” ji ber ku nêzîkî ji sedî 90ê hinartina petrola xav a welêt di wê re derbas dibe.
Wêrankirina parêzbendiyan: 13ê Adarê, Amerîkayê zêdetirî 90 armancên leşkerî li giravê wêran kirin.
Gerewa taktîkî: Donald Trump ragihand ku wî êrişî termînalên petrolê nekiriye ji ber pêbendbûna bi prensîbên “exlaqî” ve. Lê ev taktîkek bû ji bo hiştina sektora petrolê wekî barimte di dan û standinan de.
Pekketina hinartinê: Her çend termînal nehatibin şewitandin jî, ti keştî newêrîbû petrolê bar bike ku di bin dorpêça Hêza Deryayî ya Amerîkayê de ye. Ji dema ku Amerîkayê 12ê Nîsanê dorgirtina Tengava Hurmizê li ser Îranê ragihandiye, bi awayekî pratîkî hinartina petrola Îranê pek ketiye.
Derba li dilê pîşesaziyê, Parsa Başûr
Kêlgeha gaza Parsa Başûr embara herê mezin a gaza cîhanê ye û di ji sedî 70 heta ji sedî 80ê gaza navxweyî ya Îranê de hildiberîne.
Êriş: 18ê Adarê, Îsraîlê qad û dezgehên petrokîmyayî yên Eseluyeyê kirin armanc.
Bandor: Hilberîn li du rafînenay de rawestiya ku rojane şiyana wan 100 milyon metre sêca bû. Ev yek jî bû sedema pekketina ji sedî 85ê şiyana hinartina petrokîmyaya Îranê.
Tarîtî li Îraqê: Ji ber vê wêrankariyê, Îranê hinartina gaza xwe ya ji bo Îraqê qut kir, ku sêyeka elektrîka wî welatî dabîn dikir.
Zerera qadên petrolê
Yek ji zererên herî mezin ên ku nayê qerebûkirin, diyardeya "Water Coning"ê di nav bîrên petrolê de ye.
Têkçûna daîmî: Dema bîrên petrolê ji ber nemana embaran û tijebûna embaran tên girtin, ava şor a nav qadê ew qasî bilind dibe ku zerereke daîmê dide bîra petrolê.
Texmîna zereran: Pispor pêşbînî dikin ku ev yek bibe sedema ji destdana daîmî ya 300 hezar heta 500 hezar bermîlên şiyana berhemanîna rojane ya petrola Îranê. Wate salane 9 heta 15 milyar dolar dahata daîmî ji dest diçe.
Hesabkirina wêrankariyan: 270 milyar dolar
Hikumeta Îranê zereran bi nêzîkî 270 milyar dolarî texmîn kiriye.
Sektorên zererdîtî:
Sektora petrokîmyayê: 30 heta 50 milyar dolar.
Hilberîna polayê: Ji sedî 70 pek ketiye.
Aboriya dîjîtalî: 2 heta 3 milyar dolar ji ber qutbûna înternetê.
Maweya avedankirinê: Banka Navendî ya Îranê texmîn dike ku 12 sal pêwîst in ji bo vegera bo asta beriya şer, ew jî bi mercê rakirina sizayan.
Qeyrana debara jiyanê û xwarinê
Daneyên nirxê xwarinê li Îranê di navbera Adara 2025an heta Adara 2026an de nîşan didin ku şer çawa birçîbûn bileztir kiriye.
Nirxê rûn: Ji sedî 219 zêde bûye.
Nirxê nan û dexl û dan: Ji sedî 140 zêde bûye.
Goşt û mirîşk: Ji sedî 135 zêde bûye.
Meaş li beramberî dolar: Kêmtirîn meaşê mehane ji ber rûxîna tûmen bûye tenê 56 dolar di mehekê de ku heta piştî zêdekirina bi rêjeya ji sedî 60î nagihêje 100 dolarî.
Senaryoyên dahatûyê
Li gorî modelên aborî, eger şerê Îranê bisekine yan berdewam bike dibe ev senaryo rû bidin:
Peyman (Îhtîmala ji sedî 25): Peymaneke giştgir û rakirina sizayan ku rê dide hinartina petrolê vegere.
Rewşa rawestandî (Îhtîmala ji sedî 50): Berdewamiya agirbestê bêyî peymanê ku tê de tûmen nirxê xwe dadixîne bi awayekî ku yek dolar dibe bi 220 hezar tûmenan û enflasyon digihêje ji sedî 80yî.
Vegera şer (Îhtîmala ji sedî 25): Rûxîna temam a aboriyê û daketina bêwêne ya nirxê tûmen bi awayekî ku yek dolar bilind dibe bo 400 hezar tûmenî.