Berê zêr li serjêrekê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro ji ber bilindbûna faîzên xezîneya Amerîkayê û bilindbûna bihayê dolar a li beramberî pereyên din daket.
Bihayê onseke zêr bi rêjeya ji sedî 0,3yan daket û ons bi 4 hezar û 460 dolarî hat firotin.
“Zêr qels maye”
Şîrovekarê şirketa şêwirmeniyê ya KCM Tradeyê Tim Waterer li ser vê mijarê ragihand:
“Ji ber bilindbûna faîza li ser senedên darayî yên xezîneya Amerîkayê ti hêza zêr nemaye ku biha bibe."
Her wiha nirxê dolar ê li beramberî 6 pereyên sereke yên cîhanê ku bi rêya endeksa dolar tê pîvandin, gihişt asta herî bilind a 6 hefteyên borî.
Faîza li ser senedên gencîneya Amerîkayê jî gihişt asta herî bilind a salekê.
Ev yek bandorê li ser nêrîna Banka Navendî ya Amerîkayê ya li ser siyaseta neqdî dike û îhtimala bilindkirina faîza bankê tîne rojevê.
Têkiliyên bi Îranê re û bandora li ser bazarê
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku dibe ku ew neçar bimînin êrişeke din bibin ser Îranê.
Lê belê alîkarî wî J.D. Vance dibêje ku di dan û standinên nerasterast de bipêşketin çêbûye.
Seroka Şaxa Philadelphiayê ya Banka Navendî ya Amerîkayê Anna Paulsonê anî zimên ku asta rêjeya faîza bankê ji bo rewşa niha guncav e.
Paulsonê diyar kir ku êdî dema wê hatiye ku veberhêner wan senaryoyan li ber çavan bigirin ku faîza bankê tê bilindkirin.