Piştî daxuyaniya Trump petrol erzan bû

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump bihayê petrolê daket.

Wî di daxuyaniya xwe de gotibû, "Şerê li dijî Îranê dê gelekî zû bi dawî bibe."

Lê dîsa jî hilbirîner hîn jî bi guman in.

Ew ji encama dan û standinên aştiyê yên di navbera Îran û Amerîkayê de ne piştrast in.

Ji ber ku heta niha Tengava Hurmizê hema bêje girtî ye.

Her wiha peydakirina petrolê li cîhanê rastî pirsgirêkeke cidî tê.

Bihayê petrolê daket

Bihayê petrola xav a brent a Deryaya Bakur îro piştî vekirina bazarên Asyayê daket.

Bihayê wê 45 sentan an jî ji sedî 0,4 daket.

Bi vê daketinê re bermîleke wê bi 110 dolar û 83 sentan hat firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî 27 sentan daket.

Bermîleke wê jî bi 103 dolar û 88 sentan hat firotin.

Çavê hilbirîneran li dan û standinan e

Bihayê petrola brent û ya sivik a Teksasê roja sêşemê nêzîkî dolarekî daketibû.

Daketina bihayên petrolê piştî daxuyaniya Alîkarê Serokê Amerîkayê J. D. Vance pêk hat.

Wî gotibû ku Tehran û Washingtonê di dan û standinan de gavên baş avêtine.

Her wiha her du alî jî naxwazin şer ji nû ve dest pê bike.

Şîrovekarê şirketa şêwirmendiyê ya Fujitomi Securitiesê Toshitaka Tazawa li ser vê mijarê axivî û got:

“Hilbirîner bi kelecan in da ku bizanin gelo Washington û Tehran dikarin xaleke hevpar bibînin û bigihîjin peymanekê.

Li aliyê din helwesta Amerîkayê rojane diguhere.

Ji ber îhtîmala êrişeke nû ya Amerîkayê ya li ser Îranê pêkan e ku bihayên petrolê bilind bimînin.

Heta ku peymana aştiyê çêbibe jî pêşbînî ew e ku dê peydakirina petrola xav bi lez venegere asta beriya şer."