Girtina pêşiya ava Zêya Piçûk dibe sedema pirsgirêkên mezin

Qeladizê (Rûdaw) – Îranê pêşiya ava çemê Zêya Piçûk girtiye û ev yek li navçeya Pişderê û li deverên din ên ku çem li wan deran diherike, bûye sedema bêaviyê. Qaymiqamê Navçeya Pişderê Ebûbekir Bayiz ragihand, ku girtina pêşiya ava Zêya Piçûk li navçeyê dibe sedema pirsgirêkên mezin.

 

Ji ber ku Îranê pêşiya ava çemê Zêya Piçûk girtiye, çem li Başûrê Kurdistanê hişk bûye.

 

Cotkarên navçeya Pişderê diyar dikin, ku girtina pêşiya avê, ji bo jîngeha navçeyê bûye karesatek.

 

Rayedarên Îranê eşkere kiribûn, ku li ser çemê Zêya Piçûk bi çêkirina bendavekê re mijûl in û ji ber vê jî pêşiya avê girtine. Lê ev yek jiyana xelkê Başûrê Kurdistanê giran kiriye. Herwiha cotkarên Pişderê amaje bi yekê dikin, ku ditirsin berhemên wan hişk bibin.

 

Niştecihên li Qeladizê û li derdora wê diyar dikin, ji ber ku çend hefte ye pêşiya ava Zêya Piçûk hatiye girtin li ser jiyana wan bandoreke mezin a neyînî kiriye û eşkere dikin, ku ji Tehranê dixwazin, ava çem her dem vekirî bihêlin.