Zêr 3 hezar û 680 dolar derbas kir

20-09-2025
RÛDAW
Nîşan Zêr Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Roja Înê di dema girtina bazaran de onseke zêr bi rêjeya ji sedî 0,8 biha bû û bi 3 hezar û 684 dolaran hat firotin.

Ev pênc hefte ne li pey hev e ku zêr biha dibe.

Li gorî şirovekaran, sedema bihabûna zêr a roja Înê vedigere nîşaneyên Banka Navendî ya Amerîkayê yên ji bo kêmkirina rêjeya faîzê.

Banka Navendî roja Çarşemê rêjeya faîzê bi qasî ji sedî 0,25 daxistibû.

Zêr di peymanên paşerojê de jî bi rêjeya ji sedî 0,7 biha bû û bi 3 hezar û 705 dolaran dan û standin pê hat kirin.

Banka Navendî ya Amerîkayê di dema ragihandina rêjeya faîzê de dilgiraniya xwe ya li ser enflasyonê anîbû ziman.

Lê piştî navberekê û piştî ku zêr roja pêncşemê daket nêzîkî 3 hezar û 627 dolaran, roja înê ducare ber bi bihabûnê ve çû û 3 hezar û 680 dolar jî derbas kir.

Zêr îsal bi rêjeya ji sedî 40 biha bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst