Yedega petrola Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê 2 milyar û 500 milyon bermîl derbas dike

Hewlêr (Rûdaw) - Petrola Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bûye xaleke sereke di kirîza Sûriyê de û ev demeke Serokê Amerîkayê Donald Trump her car dibêje ew dê petrola Sûriyê biparêzin û nahêlin hikûmet, an girûpên radîkal wek DAIŞê û opozisyonê nêzîkî kerta petrolê li Sûriyê û Rojavayê Kurdisanê bibin.

Doseya petrolê bi dirêjahiya desthilata Hafiz Esed û Beşar Esed her veşartî ma û istîxbarata Sûriyê her demê dixwest qebareya berhemên wê veşartî bihêle û dahatên wê jî ji malbata Esed û derdora wê re dihate dabeşkirin.

Li hember veşartina dosya petrola Sûriyê, dahatên wê jî nehatibûn aşkerekirin û di 50 salên derbas bûyi de, ti carî dahatên petrolê tevlî qebareya GDP ya Sûriyê ne bibû.

Li gorî amarên fermî yên hikûmeta Sûriyê beriya sala 2011, berhema rojane ya petrolê digiheşt 380 hezar bermîl, lê hinek aborînas dibêjin ku ew hejmar gelek kêm e li hember berhema rojane ku 600 hezar bermîl derbas dikir.

Yedega petrola Sûriyê nêzîkî 2 milyar û 500 milyon bermîl derbas dike û piraniya wê li parêzgeha Hesekê û Dêra Zorê ye.

Ji xeynî yedega petrolê, yedega gazê jî li Sûriyê gelek mezin e û derdora 250 milyar metir sêcar heye, û ev amar, careke tenê bi rêya Wezareta Petrola Sûriyê hatiye belavkirin.

Parêzgeha Dêra Zorê di pileya yekem de ye û li wir hejmarek zeviyên petrolê hene gelek dewlemend in weke Heqil Omer, Tenek, El-Werid, Teyim û zeviyên Tî To, ji wê parêzgehê derdora ji sedî 25 ji tevahiya petrola Sûriyê tê berhemanîn.

Parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê jî di pileya duyem de ye û li wir jî hejmarek kêlgehe hene, li tevahiya parêzgeha Hesekê 1.322 bîrên petrolê hene û piştî sala 2011 gelek ji kar hatine rawestandin, herwiha li Hesekê ji bilî pertolê 25 bîrên gazê jî hene.

Li parêzgeha Himis jî hejmarek zevi û bîrên gazê hene, weke kêlgeha Şair a herî navdar e ku rojane 3 milyon metre sêcar ji gazê berhem dide, û li bajarê Tedmur jî hejmarek zevî hene ku rojane 11 hezar bermîl petrol berhem dide û li navçeya Qara ya nêzî bajarê Himis bîrên gazê hene.

Petrola Dêra Zorê û Hesekê bi temamî bin destê HSD de ne û Amerîka jî niha hêzên xwe li wan deran bicîh kirine, ji bilî wê, hemû kêlgeh û bîrên gazê yên dervey van herdû parêzgehan, di bin destê hiûmeta Sûriyê de ne û berhemên wan li refînera  Baniyas tê kom kirin.

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) parêzgehên Dêra Zorê û Hesekê ji destê DAIŞê kontirol kir, kerta petrolê kete bin destê wan û petrol ji ser hikûmeta Sûriyê hate birîn, vê yekê hîşt ku krîza sotemeniyê li seranserî Sûriyê çêbibe û hikûmet nema dikare pêdeviyên xelkê û kargehan ji sotemeniyê peyda bike, lê li deverên Rojavayê Kurdistanê mazot û benzîn gelek peyda dibe, lê ji ber nebûna amûrên pêşketî, qalîteya wê xerab e.