Siûdî û Amerîkayê destê xwe da hev: Peymanên bi bihayê 557 milyar dolaran
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Veberhênanê yê Erebistana Siûdî Xalid bin Ebdulazîz el-Falih ragihand ku bihayê peymanên ku di navbera Riyad û Washingtonê de hatine îmzekirin gihiştiye 557 milyar dolaran.
Falih ji kanala "El-Îxbariyye" ya Erebistana Siûdî re axivî û diyar kir ku di çarçoveya Foruma Veberhênanê ya Amerîka-Erebistana Siûdî ya ku li Washingtonê hat lidarxistin de, wan 242 peymanên veberhênanê bi Amerîkayê re îmze kirine û got:
"Bi armanca bihêzkirina hevparîya di navbera Erebistana Siûdî û Amerîkayê de, me di sektorên cuda de gelek peyman îmze kirin.
Nirxê giştî yê peymanên ku di navbera Riyad û Washingtonê de hatine îmzekirin gihiştiye 557 milyar dolaran."
Falih da zanîn ku Amerîka li Erebistana Siûdî veberhênera biyanî ya herî mezin e.
Her wisa ragihand ku sala 2025an dê di warê mezinbûna hevkariya aborî ya di navbera her du welatan de bibe werçerxaneke girîng.
Falih destnîşan kir ku pêwendiyên Erebistana Siûdî û Amerîkayê yên ku dîroka wan ji 90 salî zêdetir e, bandoreke mezin li ser asta cîhanî dikin.