Bihayê zêr rekoreke nû tomar kir: Di dîrokê de asta herî bilind e

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê onseke zêr 80 dolarî biha bû û gihîşt 4847 dolaran. Bihayê zêr ji bo girêbestên paşerojê jî 73 dolarî zêde bû û her onsek gihîşt 4,838 dolaran.

Ev sê rojên li dû hev in ku bihayê zêr zêde dibe. Ji roja duşemê ve ku roja ewil a vekirina bazarê bû, bihayê onseke zêr 250 dolarî biha bûye.

Li Herêma Kurdistanê jî doh sêşemê cara ewil di dîrokê de bihayê misqalek zêrê eyar 21 gihîşt milyonek dînarî.

Wê demê onseke zêr bi 4,726 dolaran bû; 100 dolar jî bi 148 hezar û 300 dînarî bû.

Bi vî bihayê niha yê onsê zêr, tê texmînkirin ku îro di dema vekirina bazaran de misqalek zêrê eyar 21 bigihe asta milyonek û 10 hezar heta milyonek û 20 hezar dînarî.

Hewlên Trump û tirsa hilberîneran

Ev bihabûn piştî wê yekê tê ku hewlên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên ji bo kirîna girava Greenlandê, tirsa derketina şerê bazirganî û têkçûna hevalbendiya NATOyê li cem veberhêneran çêkir.