Biryara dadgehê ya li dijî Trump zêr firand
Hewlêr (Rûdaw) - Îro bi dema girtina bazarên cîhanê, onsa zêr 111 dolaran biha bû û bi 5 hezar û 108 dolaran hat firotin.
Di dan û standinên paşerojê de jî onsa zêr 83 dolaran zêde bû û gihişt 5 hezar û 80 dolarî.
Sedemên bihabûnê
Amarên aborî yên Amerîkayê, aloziya navbera Îran û Amerîkayê û biryara Dadgeha Bilind a Amerîkayê ya li ser bacên gumrikê sedemên sereke yên bilindbûna bihayê zêr in.
Dadgeha Bilind a Amerîkayê doh êvarê bi 6 dengên erê û 3 dengên na, li dijî Serokê Amerîkayê Donald Trump biryarek da.
Dadgehê ew bacên gumrikê yên giştgir betal kirin ku Trump par sepandibûn.
Dadgehê ragihand ku yasaya "Desthilatên Aborî yên Awarte yên Navneteweyî" destûrê nade serok ku bi wî awayî bacên gumrikê bisepîne.
Stratejîstê Pilebilind ê Encûmena Cîhanî ya Zêr Joseph Cavatoni got:
"Biryara dadgehê zexteke siyasî radike lê dawî li nediyariyê nayîne, tenê şêwaza wê diguhere.
Zêr li hemberî nediyariya geşbûn û enflasyonê wekî parêzerekî dimîne."
Demeke kurt piştî biryarê, Trump ragihand ku ew dê baca gumrikê ya li ser hemû hevparên bazirganî yên Amerîkayê ji sedî 10 zêde bike.
Amarên aborî yên Amerîkayê
Her wiha li gorî amarên Amerîkayê, meha borî xerciyên bikaranîna takekesî ji sedî 2,8an derketiye ji sedî 2,9an.
Xerciyên bingehîn (ji bilî xwarin û enerjiyê) ji sedî 2,8an derketiye ji sedî 3yan.
Her çi qasî ev amar ne di berjewendiya zêr de bin û Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) han bidin ku faîzê kêm neke jî amarên Hilberîna Navxweyî ya Giştî (GDP) ev yek qerebû kir.
Li gorî amaran, di çaryeka çarem a 2025an de geşbûna aborî ya Amerîkayê daketiye ji sedî 1,4an.
Berê pêşbînî dihat kirin ku bibe ji sedî 2,8. Di çaryeka sêyem de ev rêje ji sedî 4,4 bû.
Ji ber van amaran, niha veberhêner û bazirgan pêşbînî nakin ku vê hezîranê rêjeya faîzê li Amerîkayê were kêmkirin.
Têkiliya bihayê zêr û faîzê berevajî hev e.
Dema faîz bilind be, xerciya hilanîna zêr zêde dibe û daxwaz kêm dibe lê nediyariya li bazarê wiha kiriye ku zêr wekî "stargeheke ewle" bimîne.
Aloziya Îran û Amerîkayê
Faktoreke din a ku piştevaniya bihayê zêr dike, zêdebûna aloziya dîplomatîk a navbera Washington û Tehranê ye.
Trump hişyariyeke tund daye Îranê û gotiye divê di nava 10 heta 15 rojan de were ser maseya dan û standinan ji bo peymaneke nû ya nukleere, eger na dê rûbirûyî "encamên nediyar" bibe.
Vê yekê tirs xistiye dilê veberhêneran ku dibe pevçûneke leşkerî derkeve.
Şirovekarên Banka INGyê didin zanîn:
"Metirsiyên jeopolîtîk û bendewariya kêmkirina faîzê ya dawiya salê, wiha dikin ku bihayê zêr bilind bimîne, her çend bihêzbûna dolar heta radeyekê rê li ber bilindbûna zêdetir a zêr digire."