Bihayê zêr daket, dolar bû stargeha ewle
Hewlêr (Rûdaw) - Berê sibeha roja şemiyê di dema girtina bazarên darayî yên cîhanê de, bihayê onsa zêr bi qasî 160 dolarî, yanî ji sedî 3,45 daket û bi 4 hezar û 491 dolaran hat kirîn û firotin.
Bihayê onsa zêr di girêbestên paşerojê de jî bi qasî 30 dolarî daket û bû 4 hezar û 574 dolar.
8 roj in zêr erzan dibe.
Zêrê ku bi gelemperî di dema aloziyên jeopolîtîk de wekî stargeheke ewle tê dîtin û biha dibe, di rewşa niha ya şerê Îranê de nekarî vê pêgeha xwe biparêze.
Hefteya borî bihayê onsa zêr ji sedî 10,32 yanî bi qasî 532 dolaran daketiye.
Li şûna zêr, dolar wekî sermayeyeke stargeha ewle derketiye pêş û ji destpêka şerê Îranê ve xurt bûye.
Ev yek jî bûye sedema erzanbûna zêr.
Bazarên cîhanî ji bandora bihabûna petrolê û zêdebûna enflasyonê dilgiran in.
Ji ber êrişên Îran û Îsraîlê yên li ser binesaziya enerjiyê ya hevdû, bihayê bermîleke petrolê li ser 100 dolarî ketiye.
Di heman demê de Banka Navendî ya Awistralyayê rêjeya faîzê bilind kir.
Lê belê Banka Navendî ya Amerîkayê, Banka Navendî ya Ewropayê, Banka Navendî ya Swîsreyê û Banka Japonyayê rêjeya faîzê wekî xwe hiştin.
Wan hişyarî da ku dê di mehên bê de guherînên kêm rû bidin.
"Hîn zû ye ku em dev ji zêr berdin"
Birêvebirê Hilbirînê yê Şîrketa AJ Bellê Russ Mould diyar kir ku hîn jî îhtimala bilindbûna bihayê zêr heye û got:
"Dibe ku pêgeha zêr a wekî stargeheke ewle niha di çavê hinek kesan de kêm bûbe çimkî bihayê vê kanzayê dadikeve.
Ev yek di demekê de rû dide ku şer, Rojhilata Navîn û bazarên darayî hejandine.
Hiştina rêjeya faîzê ya bilind a ji bo demeke dirêj û xurtbûna dolar dibe ku ji bo hilbirîna di kanzayên giranbiha de ne alîkar bin.
Lê di her du serdemên bilindbûna bihayê wan ên salên 1971-1980yî û 2001-2010an de, çend caran daketin û nizmbûn rû dane ku di dawiyê de nebûne asteng li ber qezenca mezin a zêr.
Ji ber vê yekê dibe ku hîn zû be ku em dev ji zêr berdin."