Li Rojavayê Kurdistanê werzê penîr hatiye
Hewlêr (Rûdaw) – Li gundên Amûdê û Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, meha Nîsanê dema çêkirina penîr e. Pez ji çêrê vedigre, tê dotin û şîr dibe penîr. Hinek ji vê penîrê tê rakirin û hinek jî ji bo firotinê diçe bazar. Li Qamişlo kîloya penîrê çêlekan bi 800 lîreyên Sûriyê û yê pez jî bi 1000 lîre ye.
Li gundên Rojavayê Kurdistanê ligel çandiniyê ajeldarî jî tê kirin. Pez û sewal tên xwedîkirin. Di werzê buharê de malên xwedan pez, şîrê ji bo berhemanîna penîr bikartînin.
Nejla Xelîl jî yek ji wan kesan e, ku penîrê çêdike û dibêje; “Em pezê xwe derdixin çêrê, piştî vedigere ez didoşim. Lê pezê, ku bi berx be, em 2 heyvan nadoşin. Şîrê din em dikin penîr ji xwe re radikin û yê zêde dimîne em difroşin. Çêkirina penîr ji destpêka Nîsanê heta dawiya Tîrmehê ye.”
Her sibê pez derdikeve çêrê û piştî vedigere tê dotin. Jin derman tevlî şîr dikin û dikeve tûrên ji caw û bi 3- 4 demjimêran dihêlin ta av jê derdikeve. Paşî seriyên penîr amade dibin û jibo firotinê dibin bazara Qamişlo.
Hevnîştîmaniya bi navê Şemsa Omer dibêje; “Kulek derdikevin çêrê û tên em wan didoşin û şîrê wan diparzinînin. Paşî derman davêjin nav û 2 seetan dinuxumînin. Dûvre em derdixin dibe qalib. Em valadikin kîsa û liser piştê datînin. Piştî av jê derdikeve em dixin safokan û tiştek giran datînin ser heta dawerive û êdî emê bipîvin û xwê dikin û dixin bîdonan.”
Piştî ku seriyên penîr ji avê zuha dibe, dibin dikanên penîrfiroşan. Dikandar wan penîran dikirina û difiroşin.
Penêrfiroş Semîr Mehdî dibêje; “Ez bazirganê penîr im. Em penîrê pez bi 900 lîreyan dikirin û didin bi hezar lîreyan. Penêrê çêlekan jî bi 700 lîreyan tê kirîn û bi 800 tê firotin. Welatî di vê demê de 2-3 kîloyan dikirin. Penîrê destpêkê baş e lê dema dibe dawiya dema sinbila, dohnê wê zêde dibe û eger bê rakirin jî tirş dibe û tama wê ne xweş dibe.”
Penîrê herêma Cezîrê bi tama xwe ya xwei navdar e û nemaze di heyvên Adar, Nîsan, Gûlan û Tîrmehê de. Çimkî di van deman de çêre pir dibe û sewal ji xwezayê têr diçêrin. Lewma sûda penîr zêde dibe û di van dema de daxwazî liser pir dibe. Gelek caran ev penîr ji Başûrê Kurdistanê re jî tê şandin.”