Biryara Banka Navendî ya pereyên dijîtal tê çi wateyê?
Enqere (Rûdaw) - Piştî 30ê meha nîsanê bi biryara Banka Navendî ya Tirkiyê kirîn û firotina bi pareyên dijîtal tê qedexekirin. Li Tirkiye qebareyê bazara pereyên dijîtal derdora 26 milyar dolar in û hikumet dixwaze ku baca ji bazirganiya pereyên dijîtal bistîne.
Bazirganê Bitcoinê Bugra Agca heta çend sal beriya niha bi mûçeyeke kêm kar dikir û hewl dida debara jiyana xwe bike, lê piştî ku wî dest bi karê Bitcoinê anko parteyên dijîtal kir niha bûye milyarderekî pereyên Bitcoinê û ew bixwe jî li bajarê Rihayê bi rêya tesîseke berfireh Bitcoinan çê dike.
Bazirganê Bitcoinê Bugra Agca dibêje: “Armanca Bitcoinê ew e ku bazirgan hem derametên xwe diparêze hem jî helawse bandora xwe li qazancê nake. Bitcoin bi kompîteran tê çêkirin, dema kompîter aligorîtmeyekê bizane weke xelat Bitcoinê qazanc dike. Teknolojiya Blokçeîn tê bikaranîn.”
Li gorî biryara Banka Navendî ya Tirkiyê bi hegere ku hemwelatî mexdurnebin û rê lê pêşiya baziraniyeke neyasayî bê girtin; piştî 30 meha nîsanê Bitcoin jî di nav de kirîn û firotina her core kelûpelekî bi hemû pareyên dijîtal tê qedexekirin. Li gorî şarezayan jî armanca sereke ya Banka Navendî ew e ku baca li ser pereyên dijîtal ferz bike.
Aborînas Turgay Turker jî got: “Mafê Bankeyên navendî heye ku bacê ji pareyekî bistînin. Banka Navendî dixwaze hem bacê bistîne hem jî bi kontorkirina van pereyan, garantiyê bide bazirganan.”
Piraniya xelkê Tirkiyê jî navê pereyên dijîtal bihistîne ku li wî welatî zêdetir weke pereyên krîpto tên naskirin, lê hemwelatî ditirsin ku bi wan bazirganiyê bikin. Ji ber gellek kes bazirganiya pereyên dijîtal weke qumarê dibîne.
Dikandar Hasan Hasdal jî dibêje: “Ez zêde jê fêm nakim ya rastî, lê eger bi rast û duristî jî kar bikin, baweriya min pê nayê.”
Hemwelatiyê xanenişîn Mehmet Metin Sozdag jî wiha axivî: “Pere û bazareke xeyalî ye. Tenê paswordek heye îro di destê te ye, sibê di destê yekî din de ye. Qazancê wê demkî ye û dawiyê hemû dê têk biçin.”
Li seranserî dinyayê bazara pereyên dijîtal belav bûye û tê texmînkirin ku qebareyê vê bazarê li cihanê derdora 2 tirilyon dolar be. Li hindek welatên Ewropî jî weke pereyê asayî kar bi pereyên dijîtal tê kirin.