Zêr erzan dibe, sedem çi ye?

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro piştî vebûna bazarên Asyayê nekarî asta xwe ya 4800 dolaran biparêze û daket derdora 4780 dolaran.

Bihêzbûna dolar sedema sereke ya daketina bihayê zêr e.

Hilbirîner û bazirgan li bendê ne ku bizanin ka gelo dê hevdîtina di navbera Îran û Amerîkayê ya ji bo bidawîanîna şer pêk were, yan jî agirbest dê neyê dirêjkirin û egera destpêkirina careke din a şer heye.

Bihayê zêr doh heta 4733 dolaran jî daketibû ku piştî ragihandina agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de ev asta herî kêm bû.

Di girêbestên paşerojê de, bihayê zêr ê ji bo radestkirina di meha şeşan de bi nêzîkî 4830 dolaran tê kirîn û firotin.

"Eger aştî pêk were dê bihayê zêr were piştgirîkirin"

Analîstê kompanyaya şêwirmendiyê ya Capital.comê Kyle Rodda li ser vê mijarê gpt:

"Hilbirîner li bendê ne ku bizanin gelo dê hevdîtina li Îslamabadê pêk were yan na.

Her wiha eger hevdîtin pêk were, gelo dê agirbest were dirêjkirin û rêkeftinek ji bo bidawîanîna şer were kirin?"

Rodda dibêje eger ev tişt rû bidin û aştî pêk were, dê bihayê zêr were piştgirîkirin.

Sedema vê ew e ku bihayê petrolê dê ber bi daketinê ve biçe û enflasyon ji kontrolê dernekeve.