Bandora şer: Îraqê hilberîna petrolê bi awayekî berbiçav kêm kir
Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyekê ji Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku niha hilberîna petrolê li Îraqê rojane gihîştiye nêzîkî 1,3 milyon bermîlî.
Wê çavkaniyê diyar kir ku ew petrola ji bo Sûriyeyê tê hinartin li ser para hilberîna wan nayê hesabkirin. Sedema vê yekê jî ew e ku ew berhemekî petrolê ye, ne petrola xav e.
Beriya şer asta hilberînê çawa bû?
Beriya destpêkirina şerê Îranê yê li gel Amerîka û Îsraîlê yê 28ê Sibatê, asta hilberîna petrolê li Îraqê 4.5 milyon bermîl bû.
Ji wê mîqdarê 3,5 milyon bermîl bi para Herêma Kurdistanê ve dihatin hinartin.
Çavkaniyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku niha asta hilberînê rojane li derdora milyonek û 300 hezar bermîlî ye.
Ji xeynî Îraqê welatên wekî Erebistana Siûdî, Îmarat û Kuweytê jî ji ber şer hilberîna xwe kêm kiriye.
Zêdekirina hilberînê û rêya Sûriyeyê
OPEC+ 5ê Nîsana 2026an hilberîn 206 hezar bermîlî zêde kir û ev biryar dê ji meha gulanê ve were bicihkirin. Para Îraqê di vê zêdekirinê de 26 hezar bermîl e.
Her wiha hinartina petrola reş a Îraqê bi rêya Sûriyeyê 31ê Adarê bi tankerên petrolê dest pê kir.
Rojane nêzîkî 700 tanker ji vê petrolê bi rêya deriyê sînorî yê El-Welîdê diçin bendera Banyasê ya Sûriyeyê ya li ser perava Deryaya Spî.
"Heta niha petrola xav nehatiye hinartin"
Çavkaniyê got, "Ew petrola ku bi rêya Sûriyeyê tê hinartin li ser para hilberîna petrola Îraqê nayê hesabkirin.
Çimkî ew petrola reş e û berhemekî petrolê ye. Heta niha petrola xav ji bo Sûriyeyê nehatiye hinartin."