Li Tirkiye tekane navçeya bê otêl li Kurdistanê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û bakûrê Kurdistanê tekane navçeya ku otêl lê tuneyî li ser sînorê bakûr û başûrê Kurdistanê ye.

Li tevayî Tirkiye û bakûrê Kurdistanê tekane navçeya bê otêl, navçeya Çelê ya girêdayî bajarê Colemêrg ê bakûrê Kurdistanê ye. Hêjmara rûniştvanên Çelê derdora 5 hezar kesî ye. Berî demekê tenê otêlek bi navê ‘Kale Otel’ hebû û berî du salan hatibû girtin.

Grûbek rojnamevan û kesên ku çûne navçeyê, ji ber ku ti otêl lê tune bû lê bimînin; li mala mamostayan bi cih bûn.

Rayedarên li bajêr jî radigihînin ku bi dest pê kirina pêvajoya aştiyê re, roj bi roj aramî li navçeyê belav dibe. Bi vî awayî rojane baweriya li bajêr zêdetir dibe û daxwaz ji karsazan kirin ku veberhênanan (yatırım) li bajêr bikin.