Onseke zîv daket bin 52 dolaran

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê onseke zîv îro 46 sentan, ango ji sedî 0,89 daket û bû 51,82 dolar. Bi vê yekê re bihayê kîloyeke zîv jî bû 1,667 dolar.

Êvara roja duşemê, bihayê onseke zîv gihiştibû 52,80 dolaran.

Hilberîneran qezencên xwe kom kirin û ev yek wekî sedema sereke ya daketina bihayê zîv tê dîtin.

Ev daketin piştî nîşanên kêmkirina aloziyên bazirganiyê yên di navbera Çîn û Amerîkayê de çêbûbû ku roja înê jî bûbû sedem ku bihayê zîv ji 54 dolaran dakeve bin 52 dolaran.

Bazirgan niha li benda amarên enflasyona Amerîkayê yên meha borî ne ku dibe vê hefteyê bên eşkerekirin.

Amerîkayê ji 1ê vê mehê ve, piştî girtina deriyên hikûmetê, ti amarên fermî belav nekirine.

Her wiha bazirgan pêşbînî dikin ku Banka Navendî ya Amerîkayê di dawiya vê mehê û di meha Kanûnê Pêşîn de rêjeya faîzê ji sedî 0,25 kêm bike.

Ew îhtimala sê carên din ên kêmkirinê di sala 2026an de jî dinirxînin.

Li aliyê din, kêmasiya li bazara zîv a Londonê ku navendeke cîhanî ye, berdewam dike. Ev yek nahêle ku bihayê zîv zêdetir dakeve.

Di heman demê de, di warê hilberînê de jî kêmasiya zîv heye.

Zîv di pîşesaziyê de madeyeke sereke ye û di gelek waran de wekî amûrên elektronîk, otomobîlên karebayî û enerjiya paqij tê bikaranîn.