Hebûna aborî ya Elon Musk gihîşt 749 milyar dolaran

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî kovara Forbesê, hebûna aborî ya Birêvebirê Şirketa Teslayê Elon Musk êvara Înê gihîşt 749 milyar dolaran.

Dadgeha Bilind a Delawareyê ya Amerîkayê pakêta xelatan a Elon Musk pesend kir.

Bi pesendkirina wê pakêta 139 milyar dolaran re, hebûna aborî ya Musk derket 749 milyar dolaran.

Pakêta xelatan a Elon Musk rêkeftineke di navbera birêvebiriya şirketê û Musk de bû sala 2018an biryar li ser hatibû dayîn.

Wê demê nêzîkî 56 milyar dolar bû lê gelek caran ji aliyê dadgehê ve hatibû redkirin.

Biryara Dadgeha Bilind a Eyaleta Delawareyê pakêta xelatên Musk diyar kir.

Destpêka hefteya borî Musk bû kesê yekem ê di dîrokê de ku hebûna wî ya aborî derket ser 600 milyar dolarî.

Meha 11an a îsal jî birêvebiriya Teslayê pakêteke nû ji bo meaş û xelatên Musk pesend kir.

Biha an jî qîmeta wê pakêtê trilyonek dolar e.

Ev pakêt bi mercê ku armancên şirketê heta sala 2035an bi dest bixe dê bidine Musk.