Gefên Amerîkayê tumenê Îranê dihelînin
Hewlêr (Rûdaw) - Îro dolarek bi 164 hezar û 200 tumenan hat kirin û firotin û tumen li gorî doh serê her dolarî 700 tumenên din bêqîmet bû.
Di nava 24 saetên borî de bihayê herî bilind ê dolar 165 hezar û 100 tumen û asta herî nizm jî 163 hezar û 500 tumen bû.
Di nava hefteyekê de bihayê dolar li gorî hefteya borî ji sedî 2,69 zêde bûye.
Dolar di dema şeş mehan de jî ji sedî 67,47 biha bûye.
Gefên Amerîkayê yên li ser Îranê û îhtimala êrişê derbeke giran li bihayê tumen û bazarên Îranê xistiye.
Qîmetê Borseya Tehranê daketiye asta herî nizm a şeş mehên borî û pêleke nû ya sermayeyê ji Îranê derdikeve.