12 partiyên Rojavayê Kurdistanê bihabûna mazotê protesto dikin

Hewlêr (Rûdaw) - 12 rêxist partiyên Rojavayê Kurdistanê bihabûna mazotê ya li wê parçeya Kurdistanê protesto dikin.

12 partî û rêxistinên Kuran yên Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş bihabûna mazotê protesto kir.

Li gorî wê daxuyaniyê, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bihayê lîtreya mazota azad ji 33 sentan kiriye 55 sent.

Partî û rêxistinên ku ew daxuyanî îmze kiriye dibêjin ku biryara bihakirina mazotê, bûye sedema nerazîbûna xelkê û her wiha dûrbûnê di navbera Rêveberiya Xweser û welatiyan de çêdike.

Partî û rêxistinên navborî ji Rêveberiya Xweser xwest ku ew ji wê biryarê vegere û barê welatiyan girantir neke.

Partiyên ku daxuyaniya hevbeş îmze kiriye ev in:

Partiyên El-Partî, El Wehde, Pêşverû, Çep, El Wîfaq, Şexîlê, Roj, Aştî û Azadî ya Kurdistanî, Tevgera Xwebûn û Tevgera Azadî.